Rojnameyên erebî: Di navbera hêzên hikumetê û artêşa Tirk de rageşî heye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa “herêma bêçek”, rewşa Lîbyayê û aloziya Lubnan û Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Di navbera hêzên hikumetê û artêşa Tirk de rageşî heye
5 mijdar, 2020   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI HERÊMA BÊÇEK RAGEŞÎ DI NAVBERA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK DE HEYE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hêzên hikumeta Şamê, leşkerên artêşa Tirk heta başûrê Idlibê “şopandin” û nuqteyeke wan topbaran kir. Ev yek piştî du rojan ji valakirina du nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk li gundewarên Hemayê pêk hat.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihand ku hêzên hikumetê nuqteyeke çavdêriyê ya artêşa Tirk li herêma Serce ya çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê, bi moşekan topbaran kiriye û gelek moşek li nuqteyê û derdorê wê ketine.

SOHR`ê wiha domand: “Artêşa Tirk vekişîna ji nuqteya Morik a gundewarên bakurê Hemayê û nuqteya Şêr Mixar a çiyayê Şehşebo dewam kir. Hemwextî wê yekê, hêzên xwe li baregeha Cidêde ku li ser girekî nêzî gundê Qoqfîn ê başûrê Idlibê ava kiriye, xurt kir.”

Nuqteya Morik mezintirîn nuqteya “çavdêriyê” ya artêşa Tirk e û ew nuqteya yekemîn e li herêmên din bin serweriya hêzên hikumetê de ku Tirkiyê li gorî peymana bi Rûsyayê re nuqteyê vala dike. Her wiha dê gelek nuqteyên din li herêmên serweriya hêzên hikumetê yên li “herêma bêçek” a bakurê rojavayê Sûriyê vala bike.”

'SUNNÎ LI IRAQÊ BER BI SERXWEBÛNÊ VE DIÇIN'

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Pêla hêrsbûnê ya vê dawiyê ya mîlîsên şîe li dijî şêniyên herêmên ku piraniya wan sunnî ne, careke din li pêşiya yekitiya xaka Iraqê bû asteng. Baweriya şêniyên wan herêman bi hikumeta ku bi gelemperî partiyên şîe bi rê ve dibin û beşdarî dayîn û pêkanîna biryaran dibin, kêm bû. “

Siyasetmedarê Iraqê Meşan El-Cebûrî hişyarî da ku dibe ku tevgerên mîlîsan li herêmên bakur û rojavayê welêt bihêle ku şênî banga veqetînê bikin.”

`HIŞYARIYÊN NAVNETEWEYÎ JI ALÎGIRÊN DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ`

Li ser asta Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Lîbyayî encamên komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê ya ku gera xwe ya 5`emîn li Xidams bi dawî kir, wek serkeftina vîna nîştimanî dibînin û bingeheke cidî ji bo bidawîkirina aloziya welêt. Her wiha zemînekê ji bo kongreya Tunisê ava dike ya ku dê roja duşema bê dest pê bike. “

Rojnameyê wiha domand: “Neteweyên Yekbûyî (NY) û DYA`yê aliyên ku bi nav nekirine, hişyar kir ku diyaloga siyasî asteng nekin û gefa ferzkirina cezayên navneteweyî li wan xwarin. Her duyan jî destnîşan kir ku hinek aliyên ku ew nas dikin, li pêşiya lihevkirinê dibin kelem."

`TU PÊŞKETIN JI BO AVAKIRINA HIKUMETA HERÎRÎ ÇÊNEBÛYE`

Di kar û barên Lubnanê de rojnameya El-Exbar wiha nivisî: “Heta niha li ser asta avakirina hikumetê tişteke zelal tune ye. Tenê senaryoyên ku dibe werin guhertin derdikevin pêş. Her wiha helwestên hêzên siyasî hişktir dibin.”

(cx-şx)