KNK'ê bang li aliyan kir: Vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin

Piştî aloziya li Garê, Konseya Rêveber a KNK`ê civîneke awarte li dar xist. KNK`ê bang li aliyên kurdî kir ku dest bi diyalogê bikin.

KNK'ê bang li aliyan kir: Vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin
5 mijdar, 2020   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku PDK'ê hêzên xwe şandın nuqteyên gerîla yên li Garê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi rengekî lezgîn li hev civiya û maseya krîzê ava kir.

KNK'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin: "Piştî ku PDK'ê pêşmerge şandin cihên nêzî nuqteyên gerîla yên li Garê, rageşiyê dest pê kir û her ku diçe mezin dibe. Roja 4'ê Mijdarê hin bûyerên nebaş qewimîn."

KNK'ê diyar kir ku ew li pêşberî vê rewşê 'aciz in û hesas in' û wiha dewam kir: "Ji bo rewş girantir nebe û veneguhere şer, bi navê KNK'ê em bang li aliyan dikin ku hêzên xwe li qadên berê bihêlin, hêzên nêzî hev bûne, vekişin cihên berê û vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Her wiha em bang li partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurdistanê jî dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin ku hêzên kurdistanî bên hemberî hev."

KNK'ê di civîna xwe de, ev biryar dan:

1- Ji bo rewş gav bi gav bê şopandin û tedbîrên pêwîst bên girtin, maseya krîzê hate avakirin.

2- Biryar hate dayîn ku di asta hevserokatiyê de heyetek biçe Başûrê Kurdistanê û bi aliyên pêwendîdar û hemû derdoran re têkiliyê deyne.

3- Di demeke kurt de dê li ser Zoomê bi beşdariya kesayet, endamên partî û rêxistinên kurdistanî konferanseke berfireh bê lidarxistin.