Li gorî pêşdeçûnan, di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de peyman hene

Şêniyên Şedadê diyar kir ku rûdanên siyasî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikevin, tên eşkerekirin ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê de peyman hene, da ku berjewendiyên xwe yên hevpar li bakurê Sûriyê bimeşînin.

Li gorî pêşdeçûnan, di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de peyman hene
5 mijdar, 2020   07:29
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Şênî tevahî komployên ku dewleta Tirk a dagirker, garantor Rûsya û ji bilî wê ji hêzên herêmê pêk tînin, dizanin. Ew komplo jî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên şexsî li ser hesabê gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li aliyekî din jî şênî bi rêya derfetdayîna ji dewleta Tirk û çeteyên wê re ya êrişkirina li ser herêmên Eyn Îsa û herêmên li ser sînor van komplo û peymanan dizanin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji nû ve DAIŞ’ê vejîne. Ev yek jî bi rêya rakirina alên DAIŞ’ê li Serêkaniya dagirkirî eşkere bû. Li aliyekî din jî bûyerên li Ewropa pêk tên, encamên heman siyasetên ku dewleta Tirk plana wê dike. Bi wê re piştrast dibe ku Erdogan piştevaniya çeteyan dike û di êrişên xwe yên li dijî Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lîbya û Ermenistanê de bi kar tîne.

/kr/uploads/files/2020/11/05/082158_-_1.webp

Girêdayî vê mijarê, şêniyê bi navê Mihemed Abdulxelîf ê ji navçeya Şedadê wiha got: "Bûyer û rûdanên vê dawiyê ku li ser erdê pêk tên, disepîne ku gelek peyman di navbera dewleta Tirk a dagirker û garantor Rûsya de hene û li gorî berjewendiyên her du aliyan in."

Abdulxelîf destnîşan kir ku gelên li herêmê van pêşdeçûn û planên li dijî wan ên bi hedefa derbekirina ewlehî û aramiya herêmê, her wiha radestkirina herêmê ji dewleta Tirk re dizane.

Abdulxelîf wiha domand: "Em bi dagirkirina Sûriyê ji tu aliyekî ve qebûl nakin û em tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek destî parastina destkeftiyên şoreşê, rûmet û şopadina rêça şehîdan dikin. Her wiha bi hev re têdikoşîn heta tevahî xakên dagirkirî rizgar bikin."

/kr/uploads/files/2020/11/05/082217_-.webp

Ebîr Salih jî da zanîn ku pêşdeçûnên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê pêk tên, bi taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hêsankirina êrişan tên sepandin ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsya de peyman hene, da ku berjewendiyên hevpar ên her duyan li bakurê Sûriyê pêk bên.

Ebîr Salih wiha bilêv kir: "Rejîma hikumetê, rejîma desthilatî ye, hewl dide parastina kursiyê bi rêya pêkanîna fermanên Rûsya, Îran û hwd bike. Ew jî bêyî guh bide ku çi peyman an jî dagirkirina ku dewleta Tirk bi rêya erêkirina Rûsya pêk tîne."

Li aliyekî din jî rûspiyên eşîra Fadil Menaf Reca piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bêyî peymana bi Rûsyayê re tu pêngavekê jî navêje, da ku garantiya serketina êrişên xwe yên leşkerî bike.

/kr/uploads/files/2020/11/05/082232_-.webp

Reca wiha bi dawî kir: "Tu kes nikare vîna me bişikîne, dê parastina azadî û xaka xwe bikin. Divê cîhan jî baş bizane ku hêza me ya yekane QSD’ê ye."

(fr)

ANHA