YNK ji ber siyaseta ku PDK li Başûr dimeşîne, bi fikar e

PDK siyaseta xwe ya ji bo derxistina şerê navxweyî berdewam dike û bi rêya saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê re ji bo wê kar dike. Vê yekê jî li gel aliyên din û bi taybet YNK`ê fikar çêkiriye.

YNK ji ber siyaseta ku PDK li Başûr dimeşîne, bi fikar e
5 mijdar, 2020   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke ji Polîtboruya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), aloziya rojên borî ku PDK hewl dide şerê navxweyî derxe, bûye sedema nerazîbûna YNK’ê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, YNK ji ber vê rewşê li ser du astan bi fikar e, ji ber ku sewqiyata hêzê ya ji bo qadên gerîla ye ku bêyî ‘agahiya Wezareta Pêşmerge’ ye û li dijî PKK’ê bikaranîna saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî agahiyên ji çend çavkaniyên cuda bi dest ketine, civîna duh a Hikumeta Herêma Kurdistanê û daxuyaniya wê ya li ser bûyera bajarokê Çemalkê fikarên YNK’ê zêdetir kirine.

Di heman demê de çavkaniyekî ji Desteya Wezîran eşkere kir ku di civîna duh a Desteya Wezîran de, li ser dayîna daxuyaniya li ser bûyera duh a ya li Çemalkê axaftin hatin kirin, lê di navbera tîma YNK’ê ya di nava hikumetê û Mesrûr Barzanî de nîqaş derketiye. Wezîrê rewşenbîrî û ciwanan yê ser bi YNK’ê ve Mihemed Heme Seîd li dijî dayîna vê daxuyaniyê derketiye û ji Mesrûr Barzanî re gotiye ”Em bi çi heqî şerê PKK’ê bikin, di demekê de ku nizanin li ser çi ye?”

Li hember wî jî Mesrûr Barzanî gotiye; “Yê biryarê bide serokê hikumetê ye, ne tu yî. Piştre eger ev şer çêbû, hûn li pişt mêzê rûnin.”

Ji aliyekî din ve wezîrê pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl fikarên xwe li hemberî sewqiyata hêza ber bi sînor a bêyî biryara wî anî ziman.