Êzidî careke din tên hedefkirin: Plana Tirkiyê, Iraq û PDK`ê-4

Ji Tebaxa 2014`an ve, êrişên li ser Şengalê ranewestiyan. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê, topbarana dewleta Tirk dest pê kir. Piştî ku civka êzidî xwe bi rêxistin kir, ji nû ve planên di navbera Tirkiyê, Iraqê û PDK`ê de tên sazkirin.

Êzidî careke din tên hedefkirin: Plana Tirkiyê, Iraq û PDK`ê-4
5 mijdar, 2020   01:29
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

Birêxistinbûna gelê Şengalê piştî sûcên qirkirinê ku di êrişa çeteyên DAIŞ`ê yên Tebaxa 2014`an de pêk hatin, li xweşiya hikumeta Iraqê, dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nehat û ji bo ku herêma stratejîk a li ser sînorên Sûriyê-Iraqê ji nû ve kontrol bikin dest bi amadekirina planan kirin.

Herî zêde PDK dixwaze Şengalê bi dest bixe, ku Tirkiye wê teşwîq dike. PDK'ê gefên Tirkiyê wekî rêbazekê ji bo radestkirina herêmê bi kar tîne. Li ser vê yekê, PDK`ê daxuyaniyên Tirkiyê yên dibêjin ku PKK'ê li wir heye durbare dike, tevî ku PKK`ê ji Nîsana 2016`an ve piştî ku Şengal di Mijdara 2015`an de rizgar kir, ragihand ku hêzên xwe ji Şengalê vekişandine.

ÇAVNEBARIYÊN TIRKIYÊ

Tirkiyeya bi rêveberiya Erdogan û Dewlet Bahçelî ku yek xwedî fikrên îslamî ye û yek xwedî feraseta neteweperest a radîkal e, xwedî çavnebariyên kevin û nû ye ji bo dagirkirina herêma ku wê wekî parçeyekî mîsaqî Milî dibîne ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn ji dest dabû. Tirkiye parêzgehên Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmaniyê û bakurê Sûriyê wekî parçeyekî ji împeratoriya xwe ya hilweşiyayî dibîne û hewl dide ji nû ve vegerîne.

Da ku vê armancê pêk bîne, Tirkiye dixwaze Şengalê dagir bike ku xwedî cihekî stratejîk e û herêmeke çiyayî ye ku dikare li wir baregehên xwe yên dayîm ava bike.

Ji lewra, dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê ku rê da derbasbûna panzer û leşkerên Tirkiyê û hikumeta Iraqê jî bêdeng ma, sala 2015`an baregeheke leşkerî li Beşîqa ya nêzî Mûsilê ava kir. Baregeh bi behaneya şerê li dijî DAIŞ`ê ku wê demê hikumeta Iraqê li Mûsilê şerê DAIŞ`ê dikir, pêk hat.

Lê belê ji vê baregehê guleyek tenê jî bi aliyê DAIŞ`ê ve nehat avêtin, berevajî wê yekê ev roleke sereke di birêxistinkirina tevgerên DAIŞ`ê de lîst. Ji ber vê yekê siyasetmedar dibêjin ku erka leşkerên Tirk yên li Beşîqayê, erkeke dagirkeriyê û vegerandina împeratoriyeke hilweşiyayî ye.

Li ser wê yekê, hikumeta Iraqê di Payîza 2016`an de biryara derxistina hêzên Tirkiyê ji baregeha Beşîqayê da. Lê belê berevajî wê yekê, baregeh veguherî navendekê ku tê de civînên domdar di navbera efserên Tirk û rayedarên PDK`ê û hin fermandarên Sunî û Turkmen ku ji bo pêkanîna ajandeyên Tirkiyê li Iraqê kar dikin, hatin lidarxistin.

ÊRIŞÊN Li SER XANESORÊ

Ji planên destpêkê ku dewleta Tirk amade kir û PDK`ê hewl da pêk bîne, êrişên li dijî navçeya Xanesorê ya Şengalê bû. Ji bo vê yekê lawazbûna hikumeta Iraqê û jihevketina aliyên siyasî li Iraqê ya ji ber sedemên tayîfî, bi kar anîn.

Di Sibata 2017`an de, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi rayedarên Tirk re hevdîtin pêk anî. Tirkan wê demê daxuyandibû ku di serdanê de rewşa Mûsil û Şengalê nîqaş kirine. Lê belê hikumeta Iraqê wê demê li Mûsilê şerê DAIŞ`ê dikir û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Şengal rizgar kiribûn.

Ev plan bi daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak dest pê kir, ku wiha gotibû: “Heke Pêşmerge nikarin wan ji Şengalê derxînin, em ê wan derxînin.”

Piştî van daxuyaniyan, PDK`ê “Pêşmergeyên Roj” ku ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve li baregehên leşkerî li herêmên serweriya PDK`ê hatibûn perwerdekirin birin derdorê navçeya Xanesorê ya başûr rojavayê Şengalê.

Di berbanga Înê (3`ê Adara 2017`an) de, “Pêşmergeyên Roj” bi desteka hêzên Zêrevanê yên girêdayî PDK`ê û erebeyên Hamar ên Amerîkî êrişî navçeya Xanesorê kirin da ku dagir bikin. Êrişkaran malên êzidiyên navçeyê topbaran kirin û ji ber topbaranê gelek mal hatin rûxandin.

Bi wê yekê re, dayikên êzidî derketin û berê xwe dan xendekên ku Pêşmergeyên Roj û hêzên Zêrevanê li derdorê navçeyê dikolandin, lê belê çekdarên PDK`ê li dijî dayikan çek bi kar anîn. Her wiha êrişî rojnamevanên ku bûyer dişopandin kirin û di êrişê de rojnamevan Nûjiyan Erhan bi giranî di serê xwe de birîndar bû û di 23`ê Adara 2017`an de şehîd bû.

Gelê Kurd li her derê ji Şengalê heta Rojava, li dijî êrişên çekdarên PDK`ê li dijî gelê êzidî derketin. Li Başûrê Kurdistanê jî xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, lê belê hêzên hikumeta PDK`ê xwepêşandêr girtin û binçav kirin.

Di 7`ê Adarê de, çekdarên PDK`ê li dijî êzidiyên koçber ên li Kampa Newroz ku li ser sînorê nêzî bajarokê Rebîa kom bûbûn çek bi kar anîn.

Di 14`ê Adarê de jî çekdarên PDK`ê êrişî dayikên êzidî yên navçeya Xanesorê kirin ku berê xwe dabûn xendekên ku çekdaran ji bo dorpêçkirin û dagirkirina navçeyê kolandibûn, kirin. Di êrişan de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Nazê Nayif şehîd bû û du jinên din bi guleyên çekdaran birîndar bûn. Her wiha 8 welatiyên din bi bombeyên gazê yên çekdarên PDK`ê li dijî wan bi kar anîne, birîndar bûn."

TOPBARANA SER ÇIYAYÊN ŞENGALÊ

Piştî têkçûna plana Tirkiyê û PDK`ê ya dorpêçkirina Şengalê di Adarê de, artêşa Tirk a dagirker vê carê bi xwe destwerdan kir û di 25`ê Nîsana 2017`an de çiyayên Şengalê û gundên Kesra û Amûde topbaran kir. Di êrişê de şervanekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê şehîd bû. Ji wê demê ve, Tirkiye bi balafirên keşfê dem bi dem Şengalê topbaran dike, ku di yekê de çekdarên PDK`ê agahiyên pêwîst didin wan.

ŞEHADETA MAM ZEKÎ

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd de, fermandarên pêşeng ên roleke sereke di birêxistinkirin û zanakirina gelê Kurd de dilîzin, dikin hedef. Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî jî yek ji pêşengên ku gelê êzidî ji pencên terorê rizgar kiriye bû, ji lewra dewleta Tirk a dagirker ew kir armanc.

Di 15`ê Tebaxa 2018`an de, dema ku Mam Zekî Şengalî ji merasima salvegera 4`emîn a komkujiya Koço ku DAIŞ`ê li derdorê Şengalê pêk aniye vedigeriya, balafireke bêpîlot a Tirkiyê erebeya wî kir armanc.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ FERMANDARÊN KU ŞENGAL JI DAIŞ`Ê RIZGAR KIRINE

Di 13`ê Kanûna 2018`an de, balafiran herêma Geliyê Şêlo bombebaran kirin û di êrişê de 3 sivîlên ji Kobanê ku di kolandina bîran de kar dikirin, şehîd bûn.

Di 4`ê Mijdara 2019`an de jî, balafirên dewleta Tirk navçeya Xanesorê bombebaran kirin û 2 welatî birîndar bûn. Balafiran heta 19`ê heman mehê bombebarana navçeyê dewam kirin û di êrişan de 5 şervanên hêzên parastinê birîndar bûn. Di 24`ê Mijdarê de, di bombebarana balafiran li dijî navçeya Xanesorê de 3 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn û bombebaranê heta roja din li ser gundê Barî dewam kir.

Di 15`ê Çileya 2019`an de, dewleta Tirk êrişî gundê Dêgirî yê girêdayî navçeya Sinûnê  kir û fermandarê giştî yê YBŞ`ê Zeredeşt Şengalî û şervanên YBŞ`ê Hemîd Şengalî, Şervan Çîlo û Êzidîn Şengalî şehîd bûn û şervanekî din birîndar bû.

Rêxistin û saziyên siyasî û sivîl ên Şengalê bi daxuyaniyan gotin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze DAIŞ`ê vejîne û tola xwe ji hêzên ku DAIŞ tune kirine, hilîne.

 PîLANEKE NÛ

Di meha Nîsanê de, êdî pîlaneke nû li asoyan xuya kir. Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 15`ê Nîsanê de Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û 3 jinên wargehê şehîd bûn. Piştre PDK`ê hêzên xwe tevî “Pêşmergeyên Roj” şand herêma Zînî Wertê da ku Hêzên Parastina Gel (HPG) dorpêç bike û Qendîlê dagir bike. Ji ber refleksên gelê Kurdistanê, PDK`ê nikarî pîlana ku pê hatiye erkdarkirin bi temamî pêk bîne.

Di destpêka Hezîrana 2020`an de jî, piştî ku serokê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan bi awayekî veşartî serdana Bexdayê kir û bi serokwezîrê Iraqê û serokê berê yê îstixbarata Iraqê Mistefa Kazimî û fermandarên ewlehiyê yên Îranê re rûnişt, plan zêdetir eşkere bû.

Ev serdan di çarçoveya koordînasyona leşkerî ya di navbera Iraq, Îran û Tirkiyê de pêk hat. Ev hevkarî di Tebaxa 2017`an de piştî ku Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî referandoma serxwebûnê li herêma Kurdistanê ragihand, li dijî gelê Kurd dest pê kir.

Wê demê, fermandarên artêşên her sê welatan li Bexda, Tehran û Enqerayê civiyan û rêbazên dijberiya gelê Kurd nîqaş kirin.

Tevî ku ev hevkariya Bexda, Tehran û Enqerayê ji bo dijberiya kurdan hatibû avakirin û plana Barzanî ya referandûma serxwebûnê têk bir, lê belê PDK`ê careke din li dijî gelê Kurd tev li van her sê dewletan bû.

Civînên Fîdan, Kazimî û fermandarên ewlehiyê yên Îranê li ser rêbazên dijminahiya PKK`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê yên dijberî Îranê, her wiha li ser tunekirina destkeftiyên gelê Şengalê û rola PDK`ê ya di wê derbarê de, bûn.

Di çarçoveya vê pîlanê de, balafirên dewleta Tirk di 15`ê Hezîranê de êrişî çiyayên Şengalê û Wargeha Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Piştre hêzên dewleta Tirk a dagirker bi desteka PDK`ê ku agahiyên yekser dida artêşa Tirk, êrişeke bejahî pêk anî.

Zêdetirî 3 mehan, artêşa Tirk a dagirker hewl da herêma Heftenînê dagir bike, lê belê berxwedana bêhempa ya gerîlayên HPG`ê plana wan têk bir. Ji lewra careke din berê xwe dan Şengalê.

Di vê derbarê de, Nêçîrvan Barzanî di destpêka meha Îlonê de serdana Tirkiyê kir û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê derve û rayedarên din re civiya. Tevî ku dauxyaniya serokatiya herêma Kurdistanê destnîşan kir ku serdan ji bo nîqaşkirina rewşa aborî û belavbûna vîrusa Koronayê bû, lê belê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu bi twîttekê armancên serdanê eşkere kir û got: “Me li ser şerê li dijî PKK`ê li hev kiriye.”

Piştî vê serdanê hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi rêveberiya PDK`ê serdanên xwe ji Bexdayê re zêde kirin û di 9`ê Cotmehê de ji bo birêvebirina Şengalê di aliyê ewlehî û rêveberiyê de bêyî ku nêrîna gelê êzidî bigire, bi hikumeta Iraqê re peymanek îmze kir.

Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku ew peymanên girêdayî çarenûsa wan ên bê beşdarbûna wan, red dikin û bi daxuyaniyekê wiha got: “Di demên dawîn de di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser rewşa ewlehiyê û rêveberiyê li Şengalê, nîqaş pêk tên. Ew hewl didin ku guhertinekê li herêmê çêbikin bêyî ku nêrîn û îradeya gelê Şengalê di ber çavan re bigirin.”

Şêniyên Şengalê ev peyman red kirin û wekî komployeke nû ku hebûna wan armanc digire, bi nav kirin. Ji ber ku hêzên di dema êriş û komkujiyan de reviyan li şûna ku hesab ji berpirsên xwe yên reviyane bixwazin, dixwazin careke din li herêmê vegerin. Gelê êzidî dibîne ku vegera wan ji nû ve rê li pêş komkujiyên nû vedike.

Şêx û nûnerên Şengalê û Meclisa Rêveberiya Xweser bi cîgirê yekemîn yê Meclisa Parlamanteran a Iraqê Hesen El-Kebî, 3 endamên din ên parlamanê re, bloka “Esaib Ehil El-Heq” yên parlamantoya Iraqê re û cîgirê fermandarê giştî yê Fermandariya Operasyonên Hevbeş lîwa Ebdulemîr El-Şumerî re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de hemû aliyan tekez kir ku ew peymanê red dikin û divê gelê Şengalê bi xwe Şengalê bi rêve bibin.

PDK`ê li ser sînorên bi Rojava re nuqteyên leşkerî yên nû ava kir û hêzên Pêşmergeyan tevî çekên giran şandin çiyayê Garê. Ev yek piştrast dike ku ev peyman di çarçoveya planeke nû ku Tirkiyê amade kiriye de, pêk tê.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê birakujiyê di navbera kurdan de derkeve, ku dê tenê ew sûdê ji vî şerî bigire û dê pêkanîna pîlana wê ya dagirkirina Hewlêr, Dihok, Silêmaniyê û Şengalê hêsantir bike. Her wiha dê kurdan li Kerkûkê lawaz bike û dê vê parêzgeha bi petrolê dewlemend e bi rêya Turkmen û Erebên Sune yên girêdayî wê ku dijberiya komên Heşd Şebî yên Şîa dikin, bi dest bixe.

(cx)

ANHA