​​​​​​​Li bajarokê Zîdî yê Girê Spî teqînekê rû da

Vê êvarê, li dijî nuqteya çeteyên dewleta Tirk li gundewarê Girê Spî êrişek bi erebeyeke bombebarkirî pêk hat, di encamê de gelek çete birîndar bûn.

​​​​​​​Li bajarokê Zîdî yê Girê Spî teqînekê rû da
4 mijdar, 2020   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) vê êvarê, erebeyek bombebarkirî li nêzî gundê Zîdî yê gundewarê Girê Spî li ser rêya M4 Heleb-Hesekê teqiya. Ev êriş li dijî nuqteyek çeteyên Firqet 20 a girêdayî artêşa Tirk a dagirker bû. Hate zanîn ku di encamê de gelek çete birîndar bûne.

(şx)

ANHA