PYD`ê Rêveberiya Meclisa Çilaxa hilbijart

PYD`ê bi dirûşma “Bi rêxistinkirinê û bi berxwedana gelê şoreşger em ê dagirkeriyê tune bikin û netewa demokratîk biparêzin” civînek li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê li dar xist û rêveberiya meclisa navçeyê ya partiyê hilbijart.

PYD`ê Rêveberiya Meclisa Çilaxa hilbijart
PYD`ê Rêveberiya Meclisa Çilaxa hilbijart
PYD`ê Rêveberiya Meclisa Çilaxa hilbijart
PYD`ê Rêveberiya Meclisa Çilaxa hilbijart
4 mijdar, 2020   19:21
QAMIŞLO

Civîn li Navenda Çandî ya navçeyê li dar ket. Navend bi wêneyên şehîdan û alên PYD’ê hate xemilandin. Bi dehan endamên partiyê tev li civînê bûn.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulkerîm Saroxan axivî û behsa rola PYD`ê li herêmê û qada siyasî kir û destnîşan kir ku partiyê ji bo pêkhatina yekitiya Kurd û biserxistina diyalogên Kurd-Kurd gelek tawiz dane.

Saroxan wiha domand: “Li herêmê şerekî taybet ji bo derxistina fîtneyê di navbera partiyan û şêniyan de, tê meşandin. Divê em bibin yek û nehêlin ew fîtne vîna gelê Kurd têk bibe û morala wî bişkîne.”

Saroxan piştrast kir ku komkirina pêşmergeyan li herêmên Parastina Medya, plana dewleta Tirk a dagirker e û divê rêveberiya Herêmê careke din biryara xwe di ber çavan re derbas bike û rê li pêşiya şerekî birakujî bigire, ji ber ku yekitî sirê hêza gelê Kurd e.

Piştî bidawîbûna axaftinan, rapora xebatên partiyên yên navçeyê û herêmên girêdayî wê hatin xwendin û beşdaran rêbazên firehkirina makenîzmeya meşandina xebatên partiyê di civakê de û xurtkirina birêxistinkirina partiyê nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de 12 endam wek rêveberiya meclisa navçeya Çilaxa hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA