​​​​​​​KJK: Biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li derveyî wijdan û exlaqê mirovahiyê ye

KJK'ê bi daxuyaniyekê xwest biryara darvekirinê ya li dijî Mazlûm Dag û Abdurrahman Er bê betalkirin û diyar kir ku biryara ku ji ber kuştina mirovên destê wan di xwîna ciwanên Kurd de heye hatiye dayîn, biryareke li derveyî wijdan û exlaqê mirovahiyê ye.

​​​​​​​KJK: Biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li derveyî wijdan û exlaqê mirovahiyê ye
3 mijdar, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona KJK'ê têkildarî biryara darvekirinê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî Mazlûm Dag û Abdurrahman Er hatiye birîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ev biryar ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hatiye dayîn û yê ku pêk tîne jî PDK ye. Tu pêwendiya vê biryarê bi welatparêzî û netewetiyê re nîn e.

Biryara darvekirinê sûcekî li dijî mirovahiyê ye, li derveyî pîvanên mirovahiyê ye, lewma di asta cîhanî de li dijî biryarên bi vî rengî têkoşîn tê dayin; biryarên wiha êdî nemaye. Dijmin li hemberî gelê Kurd biryarên darvekirinê dide û PDK jî pêk tîne. Ev yek ji dijmin tê, lê belê yên ku ji xwe re dibêje Kurd e, ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê heta dawiyê rê li dijmin re vekiriye. Kurdîtiya wan mirovan dixe nava fikaran, bi taybetî jî bi biryara darvekirina du ciwanên Kurd re hîn bêhtir dibin sedema fikaran.

Eger hikumeta herêmê xwe Kurd dibîne, wê demê divê guh bide dayikên her du ciwanan ên li pey zarokên xwe ketine ji bo neyên darvekirin û biryara ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hatiye dayin betal bike.

Lewma her Kurdên xwe welatparêz dibînin, li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û derveyî welat divê li ber biryara darvekirinê rabin û dengê xwe li dijî vê biryarê bilind bikin. Bi taybetî jî divê jin û her dayik cihê xwe li gel wan her du dayikan bigirin û wan bi tenê nehêlin.

Bi navê KJK'ê em bang li jinan hemûyan dikin ku xwedî li van her du malbatan derkevin û bi xurtî tev li pêngava wan a ji bo her du ciwanan bibin. Divê rêxistin, saziyên jinan, saziyên mafên mirovan, kesayet, rewşenbîr, ciwan û bi taybetî jî tevgerên jinan ên li Başûrê Kurdistanê li dijî vê biryarê têbikoşin û nehêlin ku biryar bi cih bê anîn. Di heman demê de em bang li Birêz Nêçirvan Barzanî dikin ku mohra xwe danîne binê vê biryarê. Ji ber ku îmzekirina vê biryarê wê bi ti awayî xizmetê ji gelê Kurd re neke, wê mîna deqeke reş li rûpelên dîrokê yên gelê me bikeve."