Dev ji xeyalên xwe berda da ku debara jiyana xwe bike

Rewşa bêzar Mûsa Hemod neçar kir xeyalên xwe berde da ku debara jiyana xwe bike. Hemod ê di çandiniyê de dixebite û berhemên mewsimê xwe li kolanên Qamişloyê difiroşe dibêje: "Mirina li ser vî erdî ji koçberiya derve baştir e."

Dev ji xeyalên xwe berda da ku debara jiyana xwe bike
3 mijdar, 2020   07:01
QAMIŞLO-DICLE MIHEMED

Li kolanên Qamişlo gelek firoşkarên gerok hene. Li erdê, li beyaran û li kolanên şênî pir in, berhemên xwe radixin û difiroşin. Mûsa Hemod jî basteya xwe ya biçûk daniye.

Mûsa Hemod (50) ji gundê Um Firsan ê 5 km dikeve bajarê Qamişlo û bavê 6 zarokan e.

Mûsa Hemod hêviya wî ku bibe helbestvan, li zanîngeha Helebê, fakulteya wêjeya zimanê erebî 1990’î xwendiye. Lê bi sedema rewşa nebaş a madî xwendina xwe temam nekir. Ji lew re di sala yekê ya zanîngehê de xwendin berda. Da ku li rex bav û birayê xwe di zeviyên xwe de bixebitin.

Hemod wiha got: "Ez xwendekarekî zanîngeha Helebê bûm, lê ji ber ku min nikarî lêçûna zanîngehê dabîn bikira, ez neçar mam xwendinê berdim û di zeviyê xwe de bixebitim."

Mûsa Hemod ji 18 saliya xwe de dendikên berberojê, zebeş û kunciyên ku bi xwe diçîne, li ser peyarêkên rêyan difiroşe. Lê ji ber kirêyên dikanên bazirganiyê buha ne, berhemên xwe li ser peyarêyan difiroşin.

 ‘EZ NIKARIM JI REWŞA HEYÎ BIREVIM’

Bi destpêkas aloziya Sûriyê re  bi hezaran sûrî ji dojeha şer revîn derve, da ku jiyana xwe rizgar bikin. Lê nêrîna Mûsa Hemod cuda bû, red kir ku bireve yan jî koçber be. Hemod wiha got: " Tevî dijwariya jiyanê û rewşên debarê yên nebaş, ez ê li ser xaka xwe bimînim. Ez li vir welatî bûm û dixwazim li ser vê xakê jî bimirim û naxwazim koçberî derve bim. Ez nikarim ji rewşa heyî birevim."

‘EM LI BER XWE DIDIN Û LI SÛRIYÊ NE’

Mûsa Hemod destnîşan kir ku tevî êriş, gefên dewleta Tirk, nakokiyên navneteweyî û herêmî, dorpêça aborî û rewşa dijwar a jiyanê ew li ser vê xakê ne û wiha domand: "Welat a tevahî sûriyan e, çi Kurd, çi Ereb, çi Çeçen, çi jî Ermen dibe. Em li hember dewleta Tirk a dagirker destek in, ji kesekî re xwe danaxin. Xwarina nan û pîvazekê ji heqaret û îxaneta li xerîbiyê baştir e, heta ku rojane hindik pere li ser vê xakê jî kom bikim."

Dema Mûsa Hemod dixebite û debara zarokên xwe bi keda xwe dike, kêfxweş dibe, her wiha di havînê de dendikan difiroşe û di payîzê de zevî cot dike û av dide, her wiha hin karên din jî dike.

Tevî ku Mûsa Hemod xwendin berdaye jî, lê behreya nivîsandina helbestan hîna pêk tîne û nêzî 150 helbestên wî hene.

(fr)

ANHA