Li Viyanayê êriş

Li navenda paytexta Avusturya Viyanayê êrişeke çekdarî pêk hat. Kesek mir û gelek kes birîndar bûn.

Li Viyanayê êriş
2 mijdar, 2020   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî polîsê Viyanayê û medya Avusturyayê li navenda bajêr dengê çekan hatiye bihîstin. Polîs di daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê parvekirî de dibêje, “Birîndar hene, ji hemû cihên giştî û wesayîtên weguhestinê yên komî dûr bisekînin.”

Rojnameya Falter xwe dispêre Wezareta Karên Hindur û radigihîne ku di wê êrişê de kesek miriye.