Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye

Bor Seîd pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Reqayê ye ku di sala 1957`an de hate vekirin û bibû meqseda hezkiriyên pirtûkan. Lê ji ber şerê li Sûriyê rû daye, serdana pirtûkxaneyê kêm bû.

Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye
Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye
Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye
Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye
Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye
Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye
3 mijdar, 2020   05:11
REQA-EMAR EBDULLATÎF

Pirtûkxaneya Bor Seîd pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Reqayê ye ku sala 1957`an hatiye avakirin. Ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê gelek pirtûkên wê hatin şewitandin û bûn xwelî.

Pirtûkxane nêzî muzexaneya Reqayê ye. Bû şahidê dîroka tevgera çandî û siyasî ya li bajêr ya ji dawiya salên 50`î ve heta roja me ya îro.

Gelek rewşenbîrên Sûriyê, mêvan ji derveyê Sûriyê, xwendekar û hezkiriyên pirtûkan serdana pirtûxaneyê dikin ku ji wan re bibû meqsed. Ji ber ku bi gelek cureyên pirtûkan û romanên cîhanî zengîn e.

Avakerê pirtûkxaneyê Ehmed Xabûr sedemên û destpêka avakirina pirtûkxaneyê vegot û bi bîr xist ku ew ji endamên Şepêla Çepgir a Erebî bû, endamên şepêlê wî erkdar kir ku pirtûkxaneyê veke. Wê demê rêveberê Reqayê girêdayî Dêrazorê bû.

Xabûr wiha domand: “Destpêkê pirtûkxaneyê têkildarî berhemên Şepêla Çepgir a Erebî û rojnameya Nûr a taybet a şepêlê belav dikir. Ev rojname ne tenê ji hêla endamên şepêlê ve, heman demê ji hêla gelek kesan ve dihatin şopandin. "

Xabûr sedema belavbûna rojnameya Nûr û fikrê çepgir bi awayekî giştî vegerand, bingeha fikrê çepgir ê ku çîna karkeran û cotkaran wek hev dike. Piştre pirtûkxane ji pirtûkxaneyeke taybet a pirtûk û belavokên fikrê komunîstê veguherî pirtûxaneyeke giştî ku tê de pirtûkên îslamî, çandî, rojnameyên herêmî, erebî û cîhanî hene.

Di salên 60`î  de, pirtûkxane rolek di tevgera çandî û siyasî ya li Reqayê de lîst. Her wiha bibû cihê kombûna ciwanên Reqayê û birêxistinkirina xwepêşendanên li dijî mêtîngeriyê û lihevkirina Bexdadê . Xabûr diyar kir ku ji ber van mijaran ew gelek caran hat girtin.

Li gorî Xabûr, di pirtûkxaneyê de, gelek civînên aliyên siyasî yên li Reqayê dihatin lidarxistin. Wê demê cudabûna nêrîna siyasî hebû lê di heman demê de jiyana siyasî ya rastî ya ku li Sûriyê wê demê hebû rave dikir.

Pirtûkxane ruxmî ku gelek zibûnên xwe ji ber şerê li Sûriyê winda kirin, lê dîsa deriyê xwe li pêşiya hemûyan vekiriye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mdYdB902GeY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>