'Hevserokatî fikr û projeyek e û sînorê pêkhateyekê derbas kir'

Endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl ên Reqayê gotin: "Têgeha hevserokatiyê sînorê pêkhateyekê derbas kiriye û bûye minareya demokrasî û nûnertiya rastîn a jinan di qadên xebatê de."

'Hevserokatî fikr û projeyek e û sînorê pêkhateyekê derbas kir'
3 mijdar, 2020   02:26
REQA-EMAR ABDULETÎF

Encûmana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di diyalogê ligel partiyên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şertê rakirina meteryalên bi zimanê kurdî û sîstema hevserokatiyê danîn.

Girêdayî wê, hin endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl ên Reqayê in behsa mijarê kir. Hevseroka Yekitiya Kelûpelên Xwarinê ya girêdayî Odeya Bazirganiyê ya Reqayê Alaa Elî wiha got: "Îro hevserokatiyê sînorê pêkhateyekê derbas kiriye û bûye minareya demokrasiyê û nûnertiya rastîn a jinan li tevahî qadên xebatê dike, ne tenê Kurd bi vê têgehê ve girêdayî ne, lê belê em Ereb bi vî fikirê serbilind in û pê ve girêdayî ne."

Alaa Elî destnîşan kir ku rihê hevkarî û hebûna jinan di tevahî qadên xebatê de, berhemên pêkanîna sîstema hevserokatiyê ye. Lê ENKS'ê hewl dide wê fikirê rake ku li dijî mafên jinan e.

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê saziyên civaka sivîl Zahir Abdullah destnîşan kirin ku sîstema hevserokatiyê modeleke ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê ve girêdayî ye û bingeha Rêveberiya Xweser ava kir û got: "Lê îro Rêveberiya Xweser hewl dide vê yekê bi ser xîne."

Zahir Abdullah wiha diyar kir: " Ji daxwazên siyasî yên pêşîn ên ji bo serxistina diyalogan û pêkanîna yekitiyê nîqaşên li ser parastina destkeftiyan e, ne berdana destkeftiyan mîna ku endamên ENKS'ê dixwazin."

Hevseroka Yekitiya Kedkaran a Reqayê Rodîn Mihemed da zanîn ku hevserokatiyê di navbera mêr û jin de awayekî jiyana xebat û siyasî ava kir, lê mixabin hin kes dixwazin tenê kesek saziyan bi rê ve bibe ku êdî bûye rengekî ji borî.

Rodîn Mihemed destnîşan kir ku nîqaşa li ser vê mijarê ji aliyekî siyasî ve, di nav de ENKS’ê bi armanca çewisandina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl ên Reqayê diyalogê di navbera aliyên siyasî de pîroz kir. Lê belê bi şerta ku ev diyalog destkeftiyên şehîdan biparêze û nekeve xizmeta ajandeyên herêmî yan jî navneteweyî û tu çîneke civakî bi dûr nexe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ykBXbaBUByI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>