​​​​​​​DYA'yê dema rewşa awarte ya li Sûdanê dirêj kir

Koşa Spî ragihand ku rewşa awarte ya nîştimanî ya 1997’an li Sûdanê hatiye ragihandin, dirêj kir.

​​​​​​​DYA'yê dema rewşa awarte ya li Sûdanê dirêj kir
2 mijdar, 2020   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi peyamekê ji Kongreya Amerîkayê re got, "Tevî pêşdeçûnên erênî yên li Sûdanê ev biryar hatin dayîn, ji ber ku aloziya di encamên siyaset û xebatên hikumeta Sûdanê de derketiye hîna nehatine sererastkirin. Bi wê re jî rewşa awarte hat ragihandin."

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê  di daxuyaniyekê de diyar kir ku biryara Koşa Spî tu bandoreke berovajî li têkiliyên dualî yên di navbera DYA’yê û Sûdanê de nake û bandorê li rêvebirina hikumeta demkî ya sivîl li Xertûmê jî nake.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê bandora biryara Koşka Spî li bergiriyên taybet ên rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên piştevaniya terorê dikin, tune be.

Koşka Spî daxuyand ku hikumeta demkî ya sivîl a Sûdanê pêşketineke diramtîkî di aliyên azadî, aştî û wekheviyê de pêk aniye, tevî ku hê jî gelek kar divê bê kirin.

Koşka Spî biryara Sûdanê ya bi "lehengî "wesif kiriye ya tevlêbûna peymana Îbrahîm û danîna têkiliyan bi Îsraîlê re, pêşwaz kir.

Wezareta Karên Derve ya Sûdanê diyar kir kiribû ku tu bandoreke nûkirinê li pêngavên niha yên rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên piştevaniya terorê dikin, tune ye.

(fr)