​​​​​​​Nakokiyên aliyên Lîbyayê çareseriyê asteng dikin

Tevî pêşwazîkirina hemû aliyan ji agirbestê re jî, lê belê li qada siyasî ya Lîbyayê gelek tevger û nakokî derdikevin û nahêlin ku aliyên komîteya leşkerî ya Lîbyayê ku li Cinêvê bi hev re rûniştine derbarê agirbestê de bigihînin lihevkirnekê.

​​​​​​​Nakokiyên aliyên Lîbyayê çareseriyê asteng dikin
2 mijdar, 2020   13:44
QAHÎRA- EMANÎ EZAM

Hemwextî dan û standinên ku cara yekmîn e li hundirê Lîbyayê tên lidarxistin, dengên ku peymana agirbestê red dikin, bilind dibin.

Ev du roj in li bajarê Xedamis tora 5`emîn a dan û standinên komîteya leşkerî ya hevbeş a bi sponseriya NY`yê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeyên pêkanîna agirbestê, li dar dikeve. Ji ber parçebûnên siyasî yên mezin, metirsiyên mezin ên binketina vê peymanê hene. Bi taybetî piştî ku li ser lîsteya navên ji bo beşdarbûna şêwirên diyaloga siyasî li Tunisê hatine hilbijartin, gelek nakokî derketin û NY`yî bi hilbijartina piraniya navên ji koma Îxwan hate tewanbarkirin.

Girêdayî mijarê, pisporê leşkerî yê Lîbyayê Mihemed El-Terhonî got: “Fermandariya giştî ya Lîbyayê hemû peymanên ku hatine îmzekirin nexasim piştî ku hemû zeviyên petrolê hatin vekirin, pêk tîne. Lê belê daxuyaniyên hin fermandarên mîlîsan wekî Salah Badî derketin, ku hemû peyman red kirin.”

El-Terhonî ji ANHA`yê re diyar kir ku Badî yek ji kesên ku ji aliyê navneteweyî ve tê xwestin e û pirsgirêka mezin niha ku çareseriyên navneteweyî asteng dike aloziya navên beşdarên dan û standinan e ku gelê Lîbyayê li dijî wê yekê derket. Ji ber ku navên hin kesayetên ku bûne sedema şerê li welêt û dagirkeriya Tirk, di lîsteyê de hene ku ew fermandar û destekên siyasî û leşkerî yên komên îslamî yên radîkal in û bi taybetî navên kesên ji herêmên rojavayê Lîbyayê.

Çalakvanê siyasî yê Lîbyayê Elî Xoxe jî diyar kir ku dan û standinên Tunisê anku kongreya Lîbyayê ku bi sponseriay şandeya navneteweyî ya Lîbyayê tên lidarxistin, ji destpêkê ve bê encam bû. Xoxe piştrast kir ku gelê Lîbyayê kesayetên di lîsteyê de ku komên terorîst temsîl dikin û sedema yekemîn a aloziya heyî ne, red dike.

Xoxe her wiha diyar kir ku armanc ji kongreya Tunisê, têkbirina peymana Qahîrayê û civîna Cinêvê, dirêjkirina temenê aloziyê û ji nû ve sazkirina koma Îxwan a terorîst e.

(cx)

ANHA