Şandeyek Heşd Şeebî serdana Şengalê kir

Şandeyeke Heşd Şeebî ya ji fermandar û berpirsyarên hêzên leşkerî û parlamenterê Iraqê Seyîd Mûxtar El-Mûsewî pêk dihat serdana Şengalê kir.

Şandeyek Heşd Şeebî serdana Şengalê kir
2 mijdar, 2020   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ji fermandariya berpirsyarê hêzên giştî yên Heşd Şeebî yên Neynewayê Lîwa Huseyn, komeke fermandarên payebilind ên Heşd Şeebî û parlementerê Iraqê Seyîd Mûxtar El-Mûsewî pêk dihat, çû Şengalê, bi rêveberiya Şengalê re civiya.

Şande, ji aliyê rêveberên Meclîsa Xweser a Şengalê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û rûspiyên civaka Êzidî ve hat pêşwazîkirin. Li gorî agahiyan, wê şande li ser peyamana Bexda û Hewlêr ya li ser Şengalê bicivin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, şande bi vê serdanê xwestiye itfaq û hevkariya xwe raber bike û nîşan bide ku çi êrîş li ser Şengalê çê bibe, dê Heşd Şeebî li rex YBŞ-YJŞ’ê bi hev re li hemberî wan bisekinin û bi hev re vala derxin, bi vê serdanê dixwazin vê peyamê bidin.