Rûspiyên Şêxler dest bi nîqaşkirina rewşa şêniyên bajarok kirin

Rûspiyên eşîrên bajarokê Şêxler ê li rojavayê bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan dest bi nîqaşkirina rewşa şêniyên bajarok yên ku li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser tev li komên çeteyan bûne, kiriye da ku vegerin warên xwe.

Rûspiyên Şêxler dest bi nîqaşkirina rewşa şêniyên bajarok kirin
2 mijdar, 2020   14:00
MINBIC

Ebdulrezaq Ehmed li bajarê Minbicê û bi beşdarbûna gelek rûspiyên eşîrên bajarokê Şêxlerê, daxuyanî xwend.

Ebdulrezaq Ehmed di daxuyaniyê de got: "Bi hevkariya şêniyên Şêxlerê û gundên wê bi Rêveberiya Sivîl û Leşkerî re, şêniyên herêma Şêxlerê û gundewarê wê ji bo herêmên wan hatin vegerandin û zelalkirina rewşa wan hate qebûlkirin bêyî ku ti zirar bigihêje wan. Ev yek bi koordîneya bi komîteya eşîran a têkildar re pêk hat. Ev biryar kesên ku destê wan di rijandina xwînê de heye, nagire nava xwe. Wekî rûspiyên eşîrên herêma Şêxlerê û gundewarê wê, em soz didin ku em ê rewşa hemû şêniyên Şêxlerê û gundewarê wê ku li derveyî herêmên QSD`ê tev li komên çete bûne, nîqaş bikin."

Ehmed destnîşan kir ku yên ku li ser dîroka zelalkirinê ya di navbera 2`ê Mijdara 2020`an heta 22`ê Mijdara 2020'an de dereng bimînin, ew berpirsiya wan ranakin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eIbVsEEyt80" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>