Komîna Sînama ya Avrîn amadekariya kurtefîlma "Pîjek" li Şehbayê dike

Komîna Sînama ya Avrîn xebata li ser kurtefîlma bi navê "Pîjek" li kantona Şehbayê didomîne. Kurtefîlm behsa şehîd û qurbaniyên wan ên di oxira parastina welat û axê de dike.

Komîna Sînama ya Avrîn amadekariya kurtefîlma "Pîjek" li Şehbayê dike
2 mijdar, 2020   06:50
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Piştî bidawîbûna çalakiyên mîhrîcana Lêlon a Sînamaya Navneteweyî, Komîna Sînama ya Avrîn li ser kurtefîlmekê dixebite. Kurtefîlm behsa çîroka dayikeke kurê şehîd bûye dike, dayik bi ku ve diçe kurê wê li pêş çavên wê ye û hêviya vegerê dike.

Kurtefîlm ji berhem û derhunêriya endamê rêveber ê Komîna Sînama Avrîn Cangîn Ebdo ye. dema wê 10 deqe ne, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê û gundê Um Hoş ê kantona Kobanê hatiye kişandin û niha di merheleya dawî ji hûnandinê de ye.

Di kurtefîlmê de 4 lîstikvanan hene, yek dayik û zarokên wê  û kurê wê yê şehîd Cîger e. Tê payîn ku kurtefîlm li kampên koçberên Efrînê were pêşandan û dê di mîhrîcanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî were pêşandan.

Girêdayî mijarê, endamên rêveber ê Komîna Sînama Avrîn û derhunêrê kurtefîlmê "Pîjek" Cangîn Ebdo wiha got: "Armanca me ji vê kurtefîlmê ew e ku şehîd nemir e. Tê de behsa çîroka dayikekê ku kurê wê şehîd bûye û bi ku ve diçe li pêş çavên wê xeyalên wî çêdibin. Bi demê re dayik nikare kurê xwe ji bîr bike. Kurtefîlmê balê dikişîne ser rola şehîd û qurbaniyên di oxira parastina welat de canê."

Cangîn Ebdo da zanîn ku Komîna Sînama ya Avrîn dê di rojên pêş de li ser fîlmeke nû bi navê "Peyama Dawî"  bixebite. Ev fîlm balê dikişîne ser berxwedana şervanan a li eniyên pêşîn ên li hember artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u4UuB-oXIOE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>