Rojnameyên erebî: Hêviyên ku pişta xwe dida Tirkiyê têk çûn

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa bandorên vekişîna artêşa Tirk ji nuqteyên xwe yên li “herêma bêçek”, serdana Serac ji Tirkiyê re, rewşa Iraq û Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Hêviyên ku pişta xwe dida Tirkiyê têk çûn
2 mijdar, 2020   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HÊVIYÊNÊN KU PIŞTA XWE DIDA TIRKIYÊ, TÊK ÇÛN’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Vekişîna artêşa Tirk ji du nuqteyên aktîf li gundewarên bakurê Hemayê, suprîzek çêkir û hêviyên ku pişta xwe dida Tirkiyê pûç kirin. Enqereyê digot ew ê heta destpêkirina çareseriya siyasî li Sûriyê bimîne, lê belê vekişîna dawîn a hêzên Tirkiyê ji nuqteya Morik û piştre ji Şer Mixarê careke din pirsên girêdayî bandorên vekişîna ji gundewarên Hemayê ku dikeve berjewendiya artêşa Sûriyê, derxistin holê.

Her wiha vekişîna Tirkiyê ji gundewarên Hemayê, hemwextî sewqiyetên leşkerî yên Tirkiyê li gundewarên Idlibê pêk hat. Bi taybetî li çiyayî Zawiyê ku hêzên hikumeta Şamê hewl dide ji destê komên çeteyên girêdayî Tirkiyê derxe û bi destê xwe bixe. Her wiha ji nû ve belavbûna nuqteyên Tirkiyê li herêmên din ku alavên artêşa Tirk ji nuqteyên Morik û Şer Mixar derxistine hîna di erdên Sûriyê de ne, nîşan dide ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê li cihên din dewam dike heta ku ev hebûn li gorî lihevkirinên Tirkiyê û Rûsyayê bi demê re kêm dibe.

Di vê derbarê de, vekişîna Tirkiyê wek encama lihevkirinên ne eşkere yên bi Rûsyayê re tê nirxandin., ku Rûsya hewl dide hêzên hikumeta Şamê li bakurê Sûriyê serwer bike û li herêmên din ên Sûriyê lihevkirinên din bi Tirkiyê re pêk bîne.

Li gorî malpera ‘Middle East Eye’ a Brîtanyayê, vekişîna Tirkiyê ji nuqteyên çavdêriyê nîşan dide ku piştî ku Rûsya gihandina alîkariyan ji nuqteyên Tirkiyê yên vê dawiyê hatibûn dorpêçkirin qut kir, Enqerayê dev ji hinek nuqteyên xwe yên leşkerî berda. Malperê daxuyand ku artêşa Tirk dê ji 4 nuqteyên çavdêriyê û du nuqteyên leşkerî vekişe, piştî ku demeke berê hêzên hikumeta Şamê di operasyona leşkerî ya li Idlibê de ew cih dorpêç kiribûn.

Ji aliyekî din ve, çavdêriyên leşkerî dibînin ku vekişîna Tirkiyê ji gundewarên Hemayê, parçeyekî lihevkirinên bi Rûsyayê re ye da ku Tirkiyê hin destkeftiyan li herêmên din bi dest bixe. Bi vê yekê bakurê Sûriyê careke din dibe mijara bazarên di navbera hêzên herêmî û navdewletî de.”

 ‘SERDANA SERAC A NEZELAL’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Serdana ku nehatiye ragihandin a serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac ji Enqereyê re gumanan çêdike. Nexasim piştî ku bi serokê îsitxbarata Tirkiyê re rûnişt, ji îstifaya xwe paşde vekişiya û li ser raporên ku vekişîna ji îstifayê bi civîna veşartî ya bi Hakan Fîdan re girê didin, bê deng ma.”

Dazgehên çapemeniyê yên herêmî duh rêvebirina Serac hikumeta xwe ji bajarê Stenbolê û nediyarkirina bi zanabûn a cihê ku lê dimîne di hemû daxuyaniyên ku nivîsgeha wî ya fermî di dirêjahiya du rojên dawîn de dane, rexne kir.

‘HEWLDANA ÎRANÊ JI BO XISTINA HER SÊ SEROKÊN LI IRAQÊ JI PEYWIRÊ’

Li ser asta Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Çavkaniyekî siyasî ji Bexdayê eşkere kir ku Îran plan dike, beriya hilbijartinên pêşwext ên ku tên payîn di havîna 2021`an de pêk werin, her sê serokên li Iraqê ji peywirê bixe. Lê ev hêviyên wê rastî astengiyên cidî tên.”

Rojnameyê wiha domand: “Îran serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serokkomar Berhem Salih û serokê parlamentoyê Mihemed El-Helbûsî wekî hevalbendên Erebistana Siûdî û DYA`yê dipejirîne, ku serokwezîrê berê Adil Ebid El-Mihdî ve piştî xwepêşendanên ku di Cotmeha 2019`an de pêk hatine û gelek meh dirêj kirin, dûr xist.

Li gorî çavkaniyan, plana Îranê ji bo xistina her sê serokan ji peywirê, dê piştî bidawîbûna hilbijartinên Amerîkayê pêk were.”

‘ASTENGKIRINA XEBATÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: “Hikumet beriya çarşemê ava nabe. Di radeya herî jor de, dibe ku xebatên avakirina hikumetê ber bi aloziyeke vekirî ve herin. Ev encama rewşa 3 rojan e, bi taybet piştî ku gelek çavkaniyan û aliyên siyasî yên agahdar li hev dikin ku serokê Şepala Nîştimanî ya Azad bernamzet Cibran Pasîl li dijî zêdetirî ji sedî 75 ji bendên ku serokê hikumetê yê nû Şaad Herîrî û serokkomarê Lubnanê Mişêl Ewn li hev kirine, derketiye. “

Li gorî rojnameyê xuya ye ku Pasîl careke din bi ser ket û bi astengkirina sazkirina hikumeta nû, cihê serokkomar careke din kir cihekî krîtîk.

(cx, şx)