Siyasetmedarekî tunisî: El-Nehda û Xenoşî di aloziyê de ne û pereyên Tirkiyê wan rizgar nake

Siyasetmedarê tunisî Macid Berhomî got: "Tevgera El-Nehda ya îxwanî û serokê wê Raşid Xenoşî di aloziyê de ne û pereya dewleta Tirk bi Xenoşî re nabe alîkar ku tevgera xwe rizgar bike."

Siyasetmedarekî tunisî: El-Nehda û Xenoşî di aloziyê de ne û pereyên Tirkiyê wan rizgar nake
2 mijdar, 2020   03:23
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Di tevgera El-Nehda ya Tunisê de bi rashatina nêzbûna lidarxistina kongreya 11’an a dawiya îsal de nakokiyên tund hene. Her wiha nakokiya veşartî ya di navbera rêveberên tevgerê tevgerê de vegerî nakokiyên li pêş dezgehên çapemeniyê. Ew nakokî jî bi sedema parçebûna tevgerê li ser rakirina serokê parlamentoya Tunisê Raşid Xenoşî ji erka serokatiya partiyê ye.

Nêzî 100 rêveberên îxwanî yên ji tevgerê, di nav de parêzer Semîr Dîlo, wezîrê tenduristiyê yê berê Abduletîf Mekî û rêveber Mihemed Bin Salim peyamek ji partiyê re şandin, tê de Xenoşî bi guhartina qanûna bingehîn a partiyê, hewldana serkêşiya partiyê ya bi demeke din, dirêjkirina amadekirina kongreya nêz û hewldana derengxistinê hat tewanbarkirin.

Koma ji aliyê çapemeniyê ve ku bi koma 100 tê naskirin, Xenoşî bi hewldana ku ew xwe ji hilbijartinên serokatiya Tunisê ya 2024’an re amade dike rexne kir.

Ev ne cara yekê ye ku ji hundirê partiyê de li dijî Xenoşî li ser peyama tê îmzekirin. Lê heman komê di meha borî de peyamek ji Xenoşî re şand, tê de bang li Xenoşî dike ku rêzdariyê li humber rêveberên di hundirê partiyê de bike û rewşa hundirîn a nebaş çareser bike.

Koma li ser peyamê îmze kiriye, bi rêya çapemeniyê got ku ew rastî astengî û paşguhkirinê ji hêla Xenoşî û tîma nêzî wî de hatin, heta ew jî di civînên partiyê de amade nebûn.

Girêdayî vê yekê ANHA’yê bi serokê Navenda Mexrib ê Lêkolîn û Belgekirinê nivîskarê siyasî ya tunisî Macid Berhomî re hevpeyvîn çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

GELO HÛRGILIYÊN NAKOKIYÊN DI HUNDIRÊ TEVGERA EL-NEHDAYÊ DE ÇÊBÛNE, ÇI NE?

Nakokiyên di hundirê Tevgera El-Nehda de çêbûne, ne nû ne. Ew nakokî ji kongreya berê de dema Xenoşî bi rêbazekî ne bi razîkirina prostestoyan û heta roja îro bûye serokê tevgerê, hene. Tevî wê jî alîgirên Xenoşî bi israr in lîsteya hundirîn biguherin da ku şêwirmendê îxwanî yê tunisî her tim bibe serokê rêxistinê. Lê Xenoşî bi xwe jî li ser xwesteka serok Hebîb Borqîbe ya heta dawiya temenê wî nerazî bû. Lê belê Borqîbe serok bû û tev li şerê serxwebûna Tunisê ji mêtîngeriya Fransayê bû û dewleta Tunisê ya serbixwe ava kir.

GELO MAYÎNA XENOŞÎ DI SEROKATIYA TEVGERA EL-NEHDAYÊ DE DÊ BIKARE BIBE SEROKÊ TUNISÊ?

Li gorî axaftinên alîgirên Xenoşî, hedef ji mayîn Xenoşî ya serokê tevgerê, ji bo bernamzetiya serokatiya welat di hilbijartinê bê de ye. Ev nezaniya alîgiran jê re ji her kesekî re piştrast dibe ku tevgera El-Nehdayê dizane ku tu kes ji wan nikare bigihîne qesra Qirtacayê. Ji ber ew nûnertiya piraniyan nakin ku di hilbijartinên li hember bernamzetekî ji Teyar El-Hedasî de bi ser kevin. Ji lew re piştevaniyê ji bernamzetekî ji derveyî tevgerê re dike. Ji ber carekê bernamzetekî ji tevgerê bi navê Abdulfetah Moro xwe hilbijart û Xenoşî biryar da ku Moro bişewitîne û hebûna wî ya siyasî bi dawî bike û Moro nikarî dewreya duyemîn jî derbas bikira.

TEVÎ KU PIŞTEVANIYA KOLANÊ JI TEVGERA EL-NEHDA RE TUNE YE, GELO ÇAWA DI HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYÊ DE HEVRIK E?

Tevgera El-Nehda tenê dikare di hilbijartinên parlamentoyê de bi ser keve. Ji ber hevirkên wê berbelav in û sûdê ji wê berbelavbûnê digire. Lê belê mijara serokatiyê cuda ye, ji ber di dewreya duyemîn de tenê du bernamzet hene. Ev jî dê yekitiya neçarî ji hevirkiyên tevgerê re ferz bikin. Ji lew re tevgera El-Nehda israr dike ku li şûna pergala serokatiyê, pergala parlamentoyê qebûl bike, da ku serokê hikumetê ya ku partiya yekem hilbijartiye, biryarên xwe ji serokê komarê bihêztir bin.

GELO DÊ PIŞTÎ XENOŞÎ TEVGER ÇAWA BE?

Heke şepêla li hember Xenoşî bi ser ket dê tevger li paş bimîne û lawaz be. Ji ber ku tenê Xenoşî dikare baweriya tirk û rêxistina cîhanî ya îxwan bi dest bixwe û pereyan ji derve ji bo tevgerê bîne û kesên xwefiroş bigire. Ji ber kesên daxwaza sererastinan dikirin derewa ku tevgera wan pereyan ji kesên tev li tevgerê bûne li wan xerce bawer kirin, her wiha bawer kir ku Partiya Kominîst a Çînî jî pereyan dide wan.

Heke Xenoşî çû, dê tevgereke normal bimîne, bê pereyên ji derve tên bimîne. Bi wê re jî nikare li ser sendoqên hilbijartinên qanûnsaz mîna salên borî bisekine.

LÊ HEKE XENOLÎ DI SEROKATIYA TEVGERÊ DE BIMÎNE, DÊ ÇÊBIBE?

Heke Xenoşî di serokatiya tevgerê de ma, dê tevger zêde parçe be. Lê heke xwe ji bo serokatiya welat hilbijart dê têk biçe û dawiya wî ya siyasî be. Ji ber tunisî ji wî nefret dikin.

Tevgera El-Nehda di her halî de di krîzê de ye, dê kongreya wê ya bê bibe dîroka têkçûnê. Ji ber li piştî wê tu kongre mîna yên berê li dar nakevin.

(fr)