​​​​​​​Komên çete yên li Serêkaniyê bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, di navbera çeteyan de şer derket.

​​​​​​​Komên çete yên li Serêkaniyê bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
1 mijdar, 2020   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li bajarê Serêkaniyê di navbera çeteyên "Sultan Mruad" û "Furqeya 20" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran rû da.

Li gorî agahiyan çeteyekî "Sultan Murad" hate kuştin û bi kêmanî ji herdu aliyan 4 birîndar bûn. Şer hîna berdewam e.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di 27'ê Cotmehê de jî ji ber şerê di navbera çeteyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan di nav de jinek û zarokek  û ji ber topbarana bê ser û ber ziyan gihiştin malan.

Her wiha 7 çete hatin kuştin û zêdeyî 15 jî birîndar bûn, ku di nav de rewşên xeter hene. Birîndar ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhestin.

ANHA