Koçberên Efrînê 1'ê Mijdarê pîroz kir

Bi sedan koçberên Efrînê yên li kampa Serdemê ya Şehbayê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek li dar xist û daxuyanî da.

Koçberên Efrînê 1'ê Mijdarê pîroz kir
Koçberên Efrînê 1'ê Mijdarê pîroz kir
Koçberên Efrînê 1'ê Mijdarê pîroz kir
Koçberên Efrînê 1'ê Mijdarê pîroz kir
Koçberên Efrînê 1'ê Mijdarê pîroz kir
1 mijdar, 2020   16:00
ŞEHBA

1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê ye û ji bo vê rojê bi sedan koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê meşeke li dar xist.

Bi sedan şênî li kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û meşek li dar xist. Girse wêneyên cangoriyên azadiyê, yên şehîdên komkujiya li Til Rifetê û pankartên bi nivîsên "Kobanê qêrîna jina azad e", "Kobanê nuqteya vegerandina dîrokî ya têkbirina terorê ye" û "Ji nû ve mirovahî ji xaka şaristanî ya Kobanê dest pê kir"  hildan.

Girse li pêş Meclisa kampa Serdemê sekinîn û deqeyeke rêz girtin. Piştre endamê Meclisa kantona Efrînê Mihemed Neiso bi zimanê erebî û endama meclisê Zeyneb Heftaro bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê, em tevahî gelên cîhanê bi serketina ku bi rêya berxwedana dîrokî pêk hatiye pîroz dikin. Ji ber lehengan hêzên tarî yên bi nûnertiya rêxistina DAIŞ’ê û hêzên tundra têk birin.

Gelê Kurdtevahî rabû ser piyan û piştgiriya berxwedana dîrokî kir, gewdeyên xwe ji bo parastina Kobanê kirin mertal û çalakiyên fedayî yên efsanewî nivîsandin, mîna şehîd Arîn Mîrkan ku bi çalakiya wê re hevsengiyên şer tevahî hatin guhartin.

Hê jî hêzên tarî yên bi nûnertiya kapîtalîzma cîhanê parastina hebûna xwe li Rojhilata Navîn li ser hesabê şikandina vîna gelan dike. Ji lew re şerê navneteweyî li herêmê berdewam e.

Eniya wan a pêş bi nûnertiya AKP’ê ya bi serkêşiya Recep Teyyîp Erdogan e. Erdogan bê ser û ber destwerdanê li gelek dewletên cîran dike, bi taybet jî Sûriyê û gelek herêmên wê dagir kirin, ji Efrîn, Bab, Cerablus, Girê Spî û heta bi Serêkaniyê. Li wan herêman sûcên bêserûber li dijî erdnîgarî, dîroka gel û xwezayê pêk tên.

Em bang li tevahî saziyên mirovî, hiqûqî û dewletên idîaya demokratiyê dikin ku bi erka xwe ya dîrokî rabin û li rex gelan di girtina çarenûs û serketina şoreşa demokratîk a şoreşa Rojava de bisekinin. Her wiha tevahî piştevaniyê pêşkêş bikin da ku hêzên tarî têk bibin, dewleta Tirk ji Sûriyê derxin, çareyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin û destûrekî demokrat ku nûnertiya tevahî pêkhateyên gel dike ava bikin."

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana Kobanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA