​​​​​​​Îran ji hebûna bermahiyên DAIŞ'ê li Qerebaxê hişyarî da

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got, ew bawer in ku hêzên terorîst di şerê li Qerebaxê de hene û ji hebûna bermahiyên DAIŞ'ê li wir hişyarî da.

​​​​​​​Îran ji hebûna bermahiyên DAIŞ'ê li Qerebaxê hişyarî da
1 mijdar, 2020   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Zerîf ji Ajansa Nûçeyan a Desteya Radyo û Televîzyonê ya dewleta Îranê re got: "Em di wê baweriyê de ne ku hêzên terorîst di şer navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hene. Me piştrast kir ku ev ne ji berjewendiyên kesekî ye."

Zerîf ji "Hebûna DAIŞ li herêma Qerebaxê" hişyarî da û got: "Îran, li ser vê mijarê Azerbaycan, Ermenistan, Tirkiyê û Rûsiyê agahdar kir."

Ermenistan, Tirkiyê tewanbar kir ku çeteyên Sûrî tev li şerê li Qerebaxê dike.