Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Dêrazorê hat avakirin

Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Dêrazorê kongreya xwe li dar xist û meclisa xwe ava kir.

Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Dêrazorê hat avakirin
1 mijdar, 2020   15:50
DÊRAZOR

Kongrê bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan…ji bo Sûriyeke azad….em ê teqez bi ser kevin" û beşdariya 50 delege û gelek mêvanan Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêma Kîsra ya rojavayê Dêrazorê hate lidarxistin.

Serokê Nivîsgeha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya li Dêrazorê Mihemed rewşa siyasî nirxand. Receb behsa nakokiya di navbera aliyên li Sûriyê  de kir ku hedef jê jî valakirina tevgera siyasî ji cewherê wê ye.

Receb wiha got: "Komên terorîst ên ku beşdarî wêrankirina welat bûne, bi rêya hêsankirina dewleta Tirk derbasî Sûriyê bûne. Her wiha parçebûna opozîsyonê li gorî ajandeyên herêmî û navneteweyî bû sedem ku çareseriya li sûriyê girêktir be."

Receb îşaret bi keda QSD’ê yên parastina rewa û qurbaniyên di oxira têkbirina DAIŞ’ê de kir. Her wiha Receb da zanîn ku QSD’ê li hember dewleta Tirk a dagirker û tevahî komployên wê yên derbekirina aramiya herêmê bû mertal.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Mariya Ehmed lidarxistina vê kongreyê pîroz kir û got ciwan hêviya pêşerojê ne.

Mariya Ehmed wiha domand: "Li gel jinên ciwan hêza mezin heye ku têxin xizmeta welat. Ji lew re rêxistin, zanabûn û perwerde rêbaza yekane ya danasîna jinan a rola xwe di avakirina civakeke demokrat a pirrengî ji tevahî sûriyan re ye."

Encamnameya Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê hat xwendin, tê de bang li rawestandina şer, pêkanîna aştiya mayînde li Sûriyê, serbestberdana girtiyan, eşkerekirina çarenûsa windayan, xebata vegerandina koçberan û avakirina meclisên ciwanan li tevahî navçe û komîteyan hat kirin.

Li gel wê, pêwîst e hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî xebata siyasî ya bi çavdêriya NY’yê bin, divê şêweyê rêvebirinê, Sûriyeke demokrat, pirrengî, parlamento û nenavendî be, tê de rola ciwanan aktîf be û dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê derkeve.

Di dawiya civînê de, Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya li Dêrazorê ji 21 endaman hat hilbijartin.

Sefaa Ehmed bû seroka Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêma Dêrazorê û Lorens Ereb bû cîgirê meclisê.

(fr)

ANHA