Ji PYD'ê peyama sersaxiyê ya ji bo wefata Dr. Necmedîn Kerîm

Meclisa Giştî ya PYD'ê ji ber wefata waliyê Dr. Necmedîn Kerîm peyama sersaxiyê weşand.

Ji PYD'ê peyama sersaxiyê ya ji bo wefata Dr. Necmedîn Kerîm
1 mijdar, 2020   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Peyman wiha ye:

"Gelê Kurd yek ji stûnên sereke di siyaseta kurdî de yên ku heta nefesa dawî parastina doza kurd a adil û mafên demorkatîk ê gelê kurd û nirxên wê kir, winda kir, ew bijîşkê zîrek, Dr. Necmedîn Kerîm e. Dr. Necmedîn waliyê Kerkûkê, pêşmergeyê ku di rewşên zerhemt û dijwariya nakokî û timaniyên derdorê de çek rakir û gelê xwe parast, heta neçar ma ku ji ber siyasetên şaş û nebaşbûna rêveberiyê terik bike. Li dûrî Kurdistanê  ya ku ji hez kir û parastina wê kir ku di dilê wî de hesreta vegerê mabû, wefat kir.

Em di Partiya Yekitiya Demokratîk de, Mecmedîn hevalbendê dirust ê gelê me yê Rojava dît, ku di rêza têkoşîna wê de sekinî. Ji ber windabûna vê stûnê netewî xemgîniya xwe ya kûr nîşan didin. Em sersaxiyê ji gelê Kurd, xizm û malbata Necmedîn Kerîm re dixwazin û soz didin ku em bi nirxên ku Necmedîn ji bo wê têdikoşiya ve girêdayî bin heta bi cih bînin."

ANHA