'Em bi QSD'ê re ne'

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb diyar kir ku gelê herêmê ji bilî QSD'ê tu hêzên din li herêmê qebûl nakin û rê nadin ku kesî ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.

'Em bi QSD'ê re ne'
1 mijdar, 2020   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb piştî civîna meclisê ya bi fermandarên QSD'ê ku îro nîvo li navenda têkiliyên giştî ya QSD'ê ya li bajarê Hesekê pêk hatibû ji ANHA'yê re axivî.

Der barê armanca civînê Mihemed Nûr El-Zîb got: "Armanca vê civînê ew e ku em teqez bikin ku em li hember hewldanên têkbirina ewlehî û aramiyê herêmê û bi QSD'ê re di rêzekê de ne. Her wiha ji bo em teqez bikin ku em di xeta avakirinê de berdewam in."

El-Zîb anî ziman ku sozê gelê Reqayê ku bi QSD'ê re heta dawî berdewam bike û hêzên ji bilî QSD'ê red dikin, nû kir

)dm(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hJQ_NpNJH8U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>