Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî 1'ê Mijdarê daxuyanî da

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê bi bîr anî û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bike.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî 1'ê Mijdarê daxuyanî da
1 mijdar, 2020   14:55
QAMIŞLO

Bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 1’ê Mijdarê ya Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê de jina azad û gelên azad derketin qadan û alên berxwedan, rûmetê û alên YPJ û YPG’ê hildan, bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike, piştevaniya gelê Kobanê bike û azarên ku dibe bi êrişa DAIŞ’ê ya li dijî bajarê re pêk bên, rawestîne.

YPJ û YPG’ê li Kobanê ji bo tevahî mirovahiyê li dijî fikrê tarî yê DAIŞ’ê şer kir. Ew jî peyamek ji tevahî cîhanê re ye ku gelên azad ên bi nirx û rêgezên mirovahiyê bawer in, qebûl nakin ku mafên wan bi destê zalim û desthildatan werin binpêkirin. Êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê bi hewldana têkbirina vîna gel bû, nexasim vîna jinan e ku destanên lehengiyê nîvisandin, mîna Arîn Mîrkan.

Jin ji vê û şûn de venagere serdemên tarîtî û nezaniyê, ji ber bi qurbaniyên xwe kevirê bingehîn ji cîhana şaraza re danî ku tê de nirxên mirovî û exlaqî heye û gel bi aştî û ewlehî dijî.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rojê bi bîr tînin û bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û dagirkeriya Tirk bi dawî bikin, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li bajarê dagirkirî ji Sûriyê, mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rawestînin, ji ber sûcên wan ne kêmî yên DAIŞ’ê ne.

Em soz didin gelê xwe ku li ser şopa Arîn, Barîn, Avêsta û têkoşerên dîtir heta pêkanîna hedefên şoreşê, bimeşin."

(fr)

ANHA