Sazî û partiyên Helebê banga sekna li pêşiya komkujiyên dewleta Tirk kir

Sazî û partiyên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê bang li cîhanê kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên ku armanc dike tecrubeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike, bisekinin.

Sazî û partiyên Helebê banga sekna li pêşiya komkujiyên dewleta Tirk kir
1 mijdar, 2020   12:27
HELEB

Bi rasthatina Roja Kobanê ya Cîhanê re sazî û partiyên taxên Şêsmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyanî da.

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) şaxê Helebê Emîn Elîko daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê em spasdariya xwe ji gelên cîhanê re nîşan didin ji ber ku piştgiriya berxwedana Kobanê kir û ev roj kir rojeke piştgiriya berxwedana bêhempa ya ku DAIŞ têk biriye. Ji Kobanê DAIŞ`ê tune bû û herêmên ku dagir dikirin hatin rizgarkirin.”

Elîko bi navê meclis û partiyan bi bîr xist ku hîna xetereya DAIŞ`ê berdewam e û dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe hewl dide careke din beşên din ji Sûriyê dagir bike û şêniyên wê yên resen mîna ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye, bide koçberkirin. Elîko da zanîn ku kesên piştgiriya DAIŞ`ê dikin ji bo ku şerê Kurdan, Ereban û tevahiya çînên ku bi hev li Sûriyê dijîn bikin, Erdogan bi xwe ye.

Di daxuyaniyê de Elîko xebatên Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo tunekirina DAIŞ`ê silav kirin û hate destnîşankirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel ( YPG-YPJ) bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê, çeteyên DAIŞ`ê hatin tunekirin.

Di berdewama daxuyaniyê de Elîko banga xurtkirina xebatan ji bo pêkanîna yekitiya Kurd kir û got : “1`ê Mijdarê roja piştgiriya li dijî zulm û zordestiyê ye. Banga me ew e ku cîhan bi navê demokratiyê û edaletê li dijî komkujiyên ku li dijî gelê Sûriyê tên kirin, bisekine. Divê dengê xwe bilind bike da ku komkujiyên rejîma Tirk rawestîne û rê nede ku diyaloga Kurd-Kurd têk bibe.”

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nNHsTVGmUV0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>