TKŞ: Bi hêza ku gelê me ji berxwedana Kobanê girtî, wê şoreşa xwe biparêze

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî, Tevgera Kommusît a Şoreşger daxuyaniyek nivîskî da û got: " Bi hêza ku gelê me ji berxwedana Kobanê girtî, wê şoreşa xwe biparêze.

TKŞ: Bi hêza ku gelê me ji berxwedana Kobanê girtî, wê şoreşa xwe biparêze
1 mijdar, 2020   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro roja 1`ê Mijdarê ye ango Roja Kobanê ya Cîhanî ye. Sala 2014`an ku çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hov êrişî Kobanê kirin, şervanên YPG û YPJ`ê li hemberî hovên serdemê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê li tevahiya cîhanê dengveda û hîşt ku 1`ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanî were ragihandin. Di vê rojê de, li seranserî cîhanê gel ji bo piştgiriya Kobanê derketin kolanan û piştgirî dan berxwedana YPG û YPJ`ê.

Bi boneya salvegera Roja Kobanê ya Cîhanî, Tevgera Kommusît a Şoreşger(TKŞ) daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van  xalan hate kirin:

"Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo agirê şoreşa Rojava vemrînin bi hemû hêza xwe êrişî Şoreşa Rojava kirin. Wek ku tê zanîn DAIŞ bi piştgiriya Erdoganê faşîst berê xwe dabû Kobanê û dixwest şoreşa azadiya gelê Kurd têk bibe. Ev xwesteka xwe jî li qadên mîtînga bi kêf û coş bang dikir.

Lê Kobanê bû Stalîngrada serdemê û kolan bi kolan, mal bi mal li ber xwe da. Her deverê Kobanê bû keleheke berxwedanê. Şervanên weke Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Paramaz Kizilbaş û komunîstên Kurdistanê bi awayekî canbexşane li ber xwe dan û xwe feda kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê jî li hember van êrişan rabûn ser piyan û berxwedana Kobanê sînorên Rojava derbas kir. Ji her deverên cîhanê şervanên înternasyonalîst berê xwe dan Kobanê û tevlî berxwedanê bûn.

Di Kobanê de berxwedana gel bi ser ket û êdî pêvajoya binketina DAIŞ`ê û hevalbendên wê dest pê kir. Ew pêvajo heta ku di Reqa û Dêrazorê  de alên azadiyê hatin çikandin berdewam kir. Dewleta Tirk a faşîst ku bi çeteyên xwe bi ser neket êdî bi xwe êrişî Şoreşa Rojava kir. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewama van êrîşan in. Dewleta Tirk dixwaze ku li ku Kurdek destkeftinan bi dest bixe êrişî wir bike. Bi hemû hêza xwe dijminahiya Kurdan dimeşîne.

Gelên me bi hêza ji berxwedana Kobanê girtiye wê li hember van êrişan şoreşa xwe heta dawî biparêze.

Hemû gel û jinên azadîxwaz pêwîst e di 1'ê Mijdarêê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê de ji bo parastina azadî, rûmet û şoreşê derkevin qadan. Şoreşa yekemîn a sedsala 21. ji bo azadiya hemû gelan deriyekî giring e. Em bi rihê berxwedana Kobanê şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin."