Di Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê de, xwestekên parastinê

Piştî 6 salan di ser Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê re derbas bû, Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê daxuyaniyek ji dewlet û gelên piştgiriya bi Kobanê re ragihandine re da, tê de daxwaz kir ku divê ne tenê ev roj bi dirûşmeyan derbas bibe, lê belê di rastiyê de pêk were û piştevaniya navneteweyî ji bo bersivdana xeteriya dewleta Tirk li ser Kobanê hebe.

Di Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê de, xwestekên parastinê
1 mijdar, 2020   07:13
KOBANÊ

Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê têkildarî 1'ê Mijdarê 2014’an Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê daxuyaniyek da. Di wê rojê de bi milyonan şênî li gelek bajarên cîhanê xwepêşandanên ji bo piştgiriya bi Kobanê re li dar xistin, alên YPG’ê hildan û daxwaza parastina bajêr li hember êrişên DAIŞ’ê kirin.

Di daxuyaniya Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Piştî bajarê Kobanê sembola lehengiyê bi dest xist û çeteyên DAIŞ’ê di dawiya 2014’an de ku xetertirîn çeteyên li cîhanê ye têk birin, bajar ji hilweşînê vegerî bajarê berxwedanê. Bi wê re jî 1’ê Mijdarê bû Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê.

Piştî 6 salan di ser êrişên hovane yên ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ku piştevaniya xwe ji dewleta Tirk digirt û hê jî piştevaniya vê rêxistinê dike, dîsa dewleta Tirk hewldanên xwe yên vejandina împaratoriya Osmanî bi êrişên xwe yên bênavber li dijî herêmên biewle didomîne. Dewleta Tirk Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, guhartina demografîk li wan herêman çêkir, ev tevahî bes nedît, mîsaq û peymanên ji bo agirbestê binpê kirin. Her wiha bi êrişên xwe yên li dijî cihên dîrokî li Efrînê, qutkirina avê li ser Hesekê û derbekirina ewlehiya li Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî di vê dawiyê de, bêserûberiya xwe îspat kir. Li aliyekî din jî bi rêya fîtne û sîxurtiyê hewl dide biratiya gelan di navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derbe bike. Bi hemû hêza xwe armanc dike rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst vejîne, da ku hedefên xwe li her du parzemînên Asya û Afîrkayê û heta li Amerîka jî bi cih bîne.

Êrişî Heftanîn, Qendîl û hin herêmên dîtir dike, fîtneyê di nava partiyên siyasî de yên ku li ser maseya diyaloga yekitiya Kurd rûdinin, diçîne. Ev tevahî sûc li pêşberî cîhanê û dewletên çavdêriya li rewşa ewlehiya Sûriyê dikin pêk tên, jê jî Amerîka, Rûsya û NY’yê.

Em Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê bang li tevahî cîhan û dewletên ku piştgiriya bi Kobanê re ragihandine dikin ku di vê roja dîrokî ya Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê de ne tenê ev roj dirûşme û sembol bimîne, lê belê divê bibe rastiyek û piştevaniya navneteweyî hebe, da ku bersivê bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê bidin. Ji ber hiştina gelê Kurd di bin bêserûberiya dewleta Tirk de, îxaneta mezin ji Kurd û şehîdên wê re ku di oxira belavkirina xêr û aştiyê de canê xwe daye."

(fr)

ANHA