​​​​​​​Mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî

Di hefteya borî de, rageşiya li Idlibê zêde bû, Rûsya bi rêya hedefkirina baregehên çeteyên wê nameyeke tûj dide Tirkiyê, li aliyekî din jî Tirkiyê û Qeterê hewl didin çareseriya siyasî ya Lîbyayê têk bibin, her wiha Erdogan hewl dide rengekî olî bide nakokiyên xwe yên siyasî yên bi Fransayê re.

​​​​​​​Mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî
1 mijdar, 2020   05:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya li Idlibê û têkiliyên wê yên bi şerê li Qerebaxê, rewşa Lîbyayê û aloziya Fransa û Tirkiyê rojevên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

 ‘RÛSYA PEYAMÊN TÛJ DIDE TIRKIYÊ’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Bi dehan endamên komeke Sûriyê ku Enqere piştgiriya wê dike û wek “wekîlê” Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e li Idlibê, hatin kuştin, di encama topbarana Rûsyayê de ku ji sala 2015`an heta niha topbarana herî giran bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got balafirên Rûsyayê êriş birin ser baregeha koma “Feyleq El-Şam” li herêma Cebe Dilêla bakurê rojavayê Idlibê, di encamê de bi kêmanî 78 şervan hatin kuştin, nêzî 90 din jî birîndar bûn. Her wiha got ev hejmara kuştiyan ya herî mezin e ku bi destê Rûsyayê hatine kuştin, ji çaxê ku Rûsya destwerdana Sûriyê kiriye ji sala 2015`an ve.

Lêkolînerê ‘Navenda Lêkolînên Şer’ Nick Hraras got: “Rûsya nameyekê dide Tirkiyê ku dê encamên bikaranîna şervanên opozîsyona Sûriyê li herêmên ku Rûsya û Tirkiye lê ne, dê giran be, ew behsa Lîbya û Qerebaxê dike.”

 ‘TIRKIYE Û QATAR HEWL DIDIN PÊVAJOYA SIYASÎ LI LÎBYAYÊ TÊK BIBIN’

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb nivîsî: “Tirkiye û Qatar wekî ku di navbera wan de planek heye ku pêvajoya çareseriyê ya Lîbyayê têk bibin, tevdigerin, ev dê bibe wek rikeberiya hewldanên Amerîkayê ya ku dixwaze piştî hilbijartinan dosyaya Lîbyayê têxe bin destê xwe.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye û Qatar planekê bi rê ve dibin ku Dewhayê têxin şûna Enqereyê, ji ber ku tê payîn Enqere di demên pêş de ji nava mijara Lîbyayê derkeve. Ev plan tebaxê hatibû danîn, dema ku wezîrê parastinê yê Qatarê çûbû Trablusê.”

‘JI BER SIYASETÊN ERDOGAN, ABORIYA TIRKIYÊ BER BI HILWEŞÎNÊ VE DIÇE’

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Tirkiyê kir û wiha nivîsî: “Ji ber siyasetên Erdogan ên dijminahiyê li herêmê, destwerdana Tirkiyê li gelek welatan û dijminahiya wê bi hemû aliyan re, aboriya Tirkiyê fatoreya wan siyasetên AKP`ê û serok Erdogan dide ku xewna wî vegerandina Împaratoriya Osmaniyan e.”

Hejmar û daneyên fermî li Tirkiyê asta zirara di aboriya Tirkiyê de pêk hatiye, eşkere dikin.

‘ERDOGAN HEWL DIDE ARÎŞEYA SIYASÎ BIKE YA OLÎ’

Der barê arîşeya di navbera Fransa û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Arîşeya siyasî ya Fransa-Tirkiyê bû mijara manşetên ku naveroka siyasî tev li ya olî dibe, her wiha diyar dibe ku ev arîşe siyasî ye, ne olî ye. Paşxaneya vê pevçûnê dide xuyakirin ku ew ne olî ye, wek çawa serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dixwaze bide diyarkirin, lê li paş wê hesabên jeostratejîk hene.”

Rojnameyê nivîsî: "Der barê mijarê de wezîrê Tûnisê yê berê Mebrûk Kerşîd ji rojnameya El-Ereb re got "Xema Erdogan ne pêxember e, eger wiha bûya wê doza lidarxistina civîneke îslamî bikira" û her wiha got Erdogan hewl dide bi hestên misilmanan bilîze.”