‘Ciwan dê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derxin’

Ciwanên herêma Cizîrê diyar kir ku ji erka ciwanan xebat û têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk û derkirina wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

‘Ciwan dê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derxin’
1 mijdar, 2020   04:27
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ciwanên herêma Cizîrê eşkere kir ku rejîma Tirk nikare vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne û siyasetên xwe li ser wî ferz bike. Ji lew re êriş û sûcên xwe li dijî herêmên dagirkirî û bombebarana herêmên tê de şênî hene, gur kirin.

Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Diyaa Temir da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û sûcên li dijî serweriya xaka Sûriyê ne û wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide gelê Sûriyê ji herêmên wî koçber bike, guhartina demografî li herêmê pêk bîne û bi rêya topbaranên bênavber herêman dagir bike, hegemoniya xwe ferz bike û piştre tev li xaka Tirkiyê bike."

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên ku tev li Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê kirine, bi kar tîne. Ev jî di 25’ê vê Cotmehê de dema çeteyan ala DAIŞ’ê li bajarê Serêkaniyê de hildaye eşkere bû.

 ‘EM JI BO DERXISTINA DEWLETA TIRK JI SÛRIYÊ TÊDIKOŞIN’

Diyaa Temir xuya kir ku tevahî siyaset û êrişên dewleta Tirk ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û wiha pê de çû: "Xebata me her tim ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji tevahî herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî xaka Sûriyê yên dîtir e."

Temir wiha domand: "Divê neyê jibîrkirin ku ciwan stûnên QSD’ê yên ku ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji herêmê û parastina herêmê têdikoşin."

Temir bang li tevahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hev re bixebitin da ku nêrîneke nîştimanî ya avakirina Sûriyeke ji dewleta Tirk a dagirker vala ava bikin. Her wiha da ku Sûriyê ji teror û komên terorî yên bi piştevaniya dewleta Tirk û hêzên herêmî yên destwerdan li Sûriyê kirine paqij bikin û xebatên diyalogê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêk bînin.

 ‘HEDEFA DEWLETA TIRK DERBEKIRINA YEKITIYA NÎŞTIMANÎ Û FELSEFEYA DEMOKRATÎK E’

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mîlad Delî wiha got: "Hedefa êrişên dewleta Tirk ên bênavber ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbekirina yekitiya nîştimanî ye, bi wê re jî pêwîstî bi yekitiyê li hember êrişên dewleta Tirk heye."

 ‘PARÇEYEK JI ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ BI DESTÊ CIWANAN E’

Delî bang li ciwanan kir ku rola xwe ya girîng di şoreşa Sûriyê de bilîzin, yekitiya xwe çêkin û fişarê li hêzên siyasî bikin, da ku ciwan beşdarî civîn û kongreyên ji bo pirsgirêka Sûriyê li dar dikevin, bin.

Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Abdurehman bi lêv kir ku hedefa dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nixumandina rewşa qeyranê ya li Tirkiyê û derfetgirtina rewşên siyasî li cîhanê ye, da ku berjewendiyên xwe yên mêtîngerî li erdê pêk bîne û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk hewl dide rewşeke bêaramî û bêewlehî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike, fîtne û tevliheviyê çêke û gel ji şoreşê bi dûr bixe."

Abdurehman wiha bi dawî kir: "Em ê xwe û gel bi rêxistin bikin û bi hev re li dijî şerê taybet ê li dijî ciwanan pêk tê bisekinin. Ji ber hedefa şerê taybet dûrxistina ciwanan ji xeta têkoşînê ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rFbtZ3p5zC0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>