‘Berdewama sûcên dewleta Tirk nîşaneya peymanên di bin maseyê de ye’

Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê diyar kir ku berdewamkirina sûcên dewleta Tirk nîşaneya hebûna peymanên di navbera wê û hêzên Rûsyayê de ye. Bi wê re jî civaka navneteweyî berpirsê ewlehî û aramiya şêniyê navçe û herêmê ye û wiha got: "Em bi peymanan dibihîsin û pêkanînê nabînin."

‘Berdewama sûcên dewleta Tirk nîşaneya peymanên di bin maseyê de ye’
1 mijdar, 2020   03:19
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ya kantona Hesekê li ser eniya şer e û dewleta Tirk û çeteyên wê ji dema dagirkirinê de her tim êriş dikin.

Tevî hebûna hêzên garantor, mîna Rûsya li herêmê û daxuyaniyên Amerîka û navneteweyî yên ji dewleta Tirk re ji bo rawestandina êrişên li ser herêmê jî, lê dewleta Tirk hîna jî êrişan pêk tîne û van tevahî peymanan binpê dike.

Di vî warî de Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê Narîman Ebdo behsa sûcên dewleta Tirk ên bênavber li gel peymanên agirbestê kir.

Narîman Ebdo wiha got: "Ji salekê ve navçeya Zirganê ya li eniya şer e rastî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê."

 ‘KOÇBERKIRINA ŞÊNÎ Û GUHARTINA DEMOGRAFÎYÊ’

Dewleta Tirk a dagirker her herêmekê ku dagir dike hewl dide demografiya wê biguherîne ew jî bi rêya ferzkirina zimanê tirkî, rakirina ala Tirkiyê, danûstandina bi lîreyên tirk e.

Narîman Ebdo wiha domand: "Hedefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji êrişan koçberkirina şêniyê herêma Zirganê, mîna çawa li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî kirine, piştra demografiya herêmê pêk bîne û malbatên çeteyan li herêmê bi cih bike."

 ‘EM BI PEYMANAN DIBIHÎSIN Û PÊKANÎNÊ NABÎNIN’

Tevî peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsya de ji aliyekî ve û di navbera dewleta Tirk û Amerîkayê de ji aliyekî din ve, her wiha dirêjkirina DYA’yê ya dema awarte ya taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bangên ji dewleta Tirk re da ku sûc û êrişên li ser herêmên rawestîne, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gorî van peymanan tevnagerin.

Narîman Ebdo wiha pê de çû: "Her tim em dibihîsin peymanên navneteweyî yên rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên hene, lê belê li ser erdê ev yek pêk nayê û êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirin."

 ‘PEYMANÊN DI BIN MASEYÊ DE’

Narîman Ebdo di axaftina xwe de wiha got: "Hêzên Rûsyayê li herêmê hene û nuqteyên wan jî li naveya Zirganê hene, ew jî ji yek dewletên garantor ên agirbestê ye. Lê belê tevî wê dagirkerî li pêş çavên wan êrişên berdewam dike. Ev yek jî nîşaneya hebûna peymanên di navbera dewletên aktîf û dewleta Tirk a dagirker di bin maseyê de ne."

Narîman Ebdo di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re deynin, bi erkên xwe yên mirovî yên parastina gelên herêmê rabin û dagirkeriyê ji herêmê derxistin ku şênî vegerin warên xwe.

Narîman Ebdo di dawiyê de got hêzên Amerîka û Rûsyayê yên ku xwe li herêmê aktîf dihesibînin li beramber ewlehî û aştiya herêmê û gel berpirsiyar in û wiha bi dawî kir: "Ew xwedî biryar û peymanên rawestandina êrişên dewleta Tirk in, divê êrişên dagirkerî û çeteyên wê rawestînin."

(fr)

ANHA