SOHR: hejmara kuştiyên çeteyên ji Sûriyê li Qerebaxê zêde bûn

SOHR`ê eşkere kir ku di saetên dawî de, 14 çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk derbasî Qerebaxê kirin hatin kuştin.

SOHR: hejmara kuştiyên çeteyên ji Sûriyê li Qerebaxê zêde bûn
31 cotmeh, 2020   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Her wiha SOHR'ê diyar kir ku cenazeyên 20 çeteyên ku li Qeraxê hatibûn kuştin jî, gihîtin herêmên bakurê Helebê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de.

SOHR'ê destnîşan kir ku xebata veguhistina çeteyên Sûriyê berdewam e û hejmara çeteyên Sûrî yên ku derbasî Azrebeycanê bûna zêdetirî 2 hezar û 350 çete ne.

Li gorî SOHR'ê hejmara kuştiyên çeteyên Sûrî li Qerebaxê zêde bûne.