Bavê du cangoriyên azadiyê, Akdax li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin

Cenazeyê têkoşer Osman Akdax ku ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Bavê du cangoriyên azadiyê, Akdax li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin
31 cotmeh, 2020   11:48
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê cenazeyê şehîd Osman Akdax (Elî) ku ji ber nexweşiyeke giran li Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê şehîd bûbû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik veşart.

Ji ber belavbûna koronayê, tenê hejmareke endamên Meclisa Malbatên Şehîdan  a Dêrikê beşdarî merasima oxirkirinê bûn.

Osman Akdax (Elî) sala 1949`an li wîlayeta Batman a Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Piştî ku Osman tev li xebatên siyasî dibe, gelek caran ji aliyê rejîma dewleta Tirk ve hate binçavkirin û 17 salan di demên cuda yên têkoşîna xwe ya siyasî de girtîgehên faşîzma Tirkiyê de ma.

Şehîd Osman bi çalakbûna xwe ya siyasî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dihat nasîn. Ew nivîskar, dîroknas û helbestvan bû û bi sedan nivîs û analîzên siyasî di kovar û rojnameyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê de belav kirin.

Osman di nava partî û tevgerên siyasî de jî kar kiriye û endamekî dayîm yê KCD`ê bû. Her wiha cihê xwe di nava partî û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê wekî HEP, DEP, HADEP, BDP, HDP û KCD (DTK) de, digirt.

Destpêka 2020`an piştî ku hikumeta AKP`ê biryara girtina Osman da, berê xwe da Başûrê Kurdistanê û piştre berê xwe da Rojava û di nava Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê de têkoşîna xwe dewam kir.

Têkoşer Osman duh di encama nexweşiyeke giran de li nexweşxaneyeke Dêrikê şehîd bû û îro cenazeyî wî li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Şehîd Osman ku ji malbatekî welatparêz e, zarokên xwe jî li ser nirxên welatparêziyê û hezkirina gelê Kurd perwerde kirin. Di oxirkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd de ku bi pêşengtiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatiye destpêkirin, keçik û lawekî Osman tevlî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn û piştî têkoşîneke dem dirêj her du jî şehîd bûn.

Navên herdu zarokên wî yên şehîd jî wiha ne: Şehîd Metîn Akdax (Ceng) e ku 1992`an tev refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûbû û sala 1994`an li Farqînê şehîd bûbû. Şehîd Sakîne Akdax e (Binefş Ceng) ku sala 1997`an tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûbû û di Adara 2018`an de li çiyayê Gabarê şehîd bûbû.

Di heman demê de, biraziyê şehîd Osman, Hikmet Akdax (Bargiran) e ku 1996`an tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûbû û 1998`an li çiyayê Katoyê şehîd bûbû.

(cx)

ANHA