Hêzên hikumata Şamê careke din herêma Idlibê topbaran dike

Li gel firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê hêzên hikumeta Şamê careke din herêmên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumata Şamê careke din herêma Idlibê topbaran dike
29 cotmeh, 2020   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê bajarê Idlibê di nav herêmên bêçek de geriyan, bi awayekî hemwext hêzên hikumeta Şamê jî bi moşekan derdora El-Barê, Kefer Iwêd, El-Fetîra, Kensefra, Sifohin û Filêfil li gundewarên başûrê Idlibê kirin hedef.

SOHR'ê duh diyar kir ku endamekî hêzên hikumeta Şamê di encama hedefgirtina çeteyan de li derdora Hirş Kefernbol li gundewarên başûrê Idlibê hat kuştin.

Di heman çarçoveyê de çeteyan bi moşekan kombûna hêzên hikumetê li derdora gundê Cedraya li rojavayê Helebê kir hedef, di encamê de navendên leşkerî hatin rûxandin, li gel agahiyên kuştin û birîndarbûna hêzên hikumetê.