Ebdulrehman Selman: Rêveberiya Xweser nirx dide helwesta parlamenterên Ewropayê

Ebdulrehman Selman piştrast kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya însiyatîfa parlamenterên Ewropayê ya girêdayî avakirina komîteyeke lêpirsîna sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê, dike.

Ebdulrehman Selman: Rêveberiya Xweser nirx dide helwesta parlamenterên Ewropayê
25 cotmeh, 2020   11:12
 NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Hefteya borî 68 endamên Parlamentoya Ewropayê nameyek ji serokê palamentoyê re şandin û tê de daxwaza lêpirsînê û komkirina agahiyên girêdayî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna diyalogên bi Rêveberiya Xweser re kir.

Girêdayî mijarê, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulrehman Selman ji ANHA’yê re axivî. Selman got: “Ev helwest nîşan dide ku li dijî neheqiyê, edalet û heq bi ser ketiye.”

Selman bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne ku hemû pîvan û rêgezên navneteweyî derbas kirine û wiha domand: “Endamên Parlamentoya Ewropayê di nameya xwe ya ji bo serokê parlamantoyê David Sassoli de, destnîşan kir ku qurbaniyên sûcên dewleta Tirk sivîlên Kurd in ku ji ber wan sûcan revîne û niha li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Her wiha bang li Sassoli kirin ku dest bi diyalogên bi Rêveberiya Xweser re bike.

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulrehman Selman piştrast kir ku Rêveberiya Xweser piştgiriya vê însiyatîfê dike.

Selman got: “Rêveberiya Xweser her tim amade ye û piştgiriya hemû însyatîfên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dike.”

Selman tekez kir ku ew di hemû dozan de li gorî pîvanên navneteweyî tev digerin û piştrast kir ku dê alîkariya komîteyan bikin ku dixwazin lêpirsîna rastiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CYv4S_d45vE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>