Kongreya Star: Yên destê xwe dirêjî deskeftiyên şoreşê dikin, xiyanetê li yekitiyê dikin

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star bi daxuyaniyekê helwesta hin partiyên siyasî ya der barê betalkirina hînkirina bi zimanê kurdî li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û diyar kir ku “Yên ku destên xwe dirêjî nirx û deskeftiyên şoreşa me dikin, xiyanetê li yekitiya neteweyî dikin.”

Kongreya Star: Yên destê xwe dirêjî deskeftiyên şoreşê dikin, xiyanetê li yekitiyê dikin
25 cotmeh, 2020   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star têkildarî nîqaşên li ser perwerdeya bi zimanê kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteyê wiha za zanîn: “Hin partiyên siyasî yên Kurd di dema ku dagirkeriya Tirk zimanê xwe li ser gelê me û xwendekarên li Efrîna dagirkirî ferz kirin şermezar nedikirin, lê îro em dibînin perwerdeya bi zimanê dayikê red dikin. Em wek Komîteya Perwerdê ya Kongra Star, helwesta wan a der barê betalkirina hînkirina bi zimanê kurdî li dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar dikin, ji ber ku ziman hebûna û nasnameya me ye ku em xwe îsbat bikin. Yên ku destên xwe dirêjî nirx û deskeftiyên şoreşa me dikin, xiyanetê li yekitiya neteweyî dikin. Ji ber vê yekê, divê hemû partiyên siyasî li dijî planên dewletên dagirker bisekinin.”

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star destnîşan kir ku divê ziman, çand û nirxên gel li her çar parçeyên Kurdistanê bên parastin û yekitiya neteweyî pêk bînin da ku ax, ziman û çanda gelê Kurd bê parastin û got: “Em wek Komîteya Perwerdê ya Kongra Star dibêjin gelê Kurd xwe nexapîne û bi zimanê xwe bixwîne, girîngiyê bide zimanê xwe yê neteweyî, pê binivîse û bixwîne. Eger tu bi zimanê xwe nexwînî, kes te mirov jî nahesibîne, divê ku em cihekî berçav bidine mijara zimanê kurdî, nasnameya her gelekî zimanê wî bi xwe ye. Eger hat û miletekî zimanê xwe ji dest da, tê maneya ku ew milet ber bi neman û qirkirinê ve diçe, lê ta zimanê neteweyekê hebe, geş û zindî be, ew netewe wê li ser rûyê erdê her bimîne. Ji ber vê yekê divê em girîngiyeke mezin bidin zimanê kurdî. Eger em dixwazin xwe bi cîhanê bidin naskirin, divê em bi zimanê xwe bixwînin û bidine xwendin, tenê bi parastina ziman di civata miletan de em dikarin bijîn.”

‘DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ YEKITIYA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN’

Kongreya Star di dawiya daxuyaniye xwe de wiha lê zêde kir: “Şerma herî mezin ew e ku mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be. Zimanê kurdî jî zimanekî resen e, ta niha li ber xwe daye tevî astengî, qedexekirin û sizadanên li dijî zimanê kurdî. Yek ji armancên dagirkerên Kurdistanê ew e ku nasnameya neteweya Kurd tune bikin, xwedîderketina li zimanê dayikê, erkê her kesekî ye, ew kesê bi erkê xwe ranabe, ji ber welat, milet, malbat, netewe û ola xwe, gunehbar e.

Divê hemû partiyên siyasî nirxên civak, çand û ziman biparêzin û yekitiya neteweyî pêk bînin, ya ku ji bo gelê me tenê hêviyek e ku binpêkirinên navneteweyî yên li dijî gelê me derbas bikin.”