Ruxmî nerazîbûnên navneteweyî dewleta Tirk rageşiya li Deryaya Spî didomîne

Rageşiya li rojhilatê Deryaya Spî dewam dike. Dewleta Tirk ragihand ku çalakiyên lêgerînê dê heta 4`ê Mijdarê dewam bikin.

Ruxmî nerazîbûnên navneteweyî dewleta Tirk rageşiya li Deryaya Spî didomîne
25 cotmeh, 2020   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk çalakiyên lêgerînê yên keştiya ‘Oruç Reis’ ên li rojhilatê Deryaya Spî heta 4`ê Mijdarê dirêj kirin.

Hêzên deryayî yên dewleta Tirk demek berê ragihandibû ku keştiya Oruç Reis ji 12 heta 22`ê Cotmehê li rojhilatê Deryaya Spî, dê xebatên lêgerînê bike. Her wiha diyar kiribû ku dê xebatên lêgerînê li herêmê heta 27`ê Cotmehê dewam bikin.

Yekitiya Ewropayê (YE) heta meha Kanûnê muhlet dabû Tirkiyê da ku dev ji kiryarên xwe li rojhilatê Deryaya Spî berde, yan jî dê rastî cezayan bê.

Di 10`ê Tebaxê de piştî ku dewleta Tirk ji bo lêgerîna li gaza xwezayî keştî şandin herêmên binakok ên bi Yewnanistanê re, nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Ewropayê de zêde bûn.

(cx)