TEV-ÇAND: Ji bo gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê şerefa herî mezin bi zimanê xwe jiyîn e

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) daxuyaniyek da û tê de îşaret bi helwestên hin derdorên siyasî yên li dijî perwedeya bi zimanê kurdî kir û got “Ji bo gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê şerefa herî mezin bi zimanê xwe jiyîn e.”

TEV-ÇAND: Ji bo gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê şerefa herî mezin bi zimanê xwe jiyîn e
25 cotmeh, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya TEV-ÇAND`ê  ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Li ser xaka Sûriyê ew 9 sal in şerekî navxayî tê meşandin. Ew şer ne şerê gelên li ser vê xakê dijîn e; ew şer, şerê desthilatdaran, şerê herem bi temamî destxistina hêzên hegemonîk e. Kî miriye, kî hatiye kuştin, welat hatiye hilweşandin ji bo wan ne xem e. Gel miriye, birciye, taziye, koçberbuye ne xema wan e, bes karibin berjewendiya xwe biparêzin.

Di vî şerî de hêzên wekî DAÎŞ, El Kaîde û hêzên terorîst a ku di pişt wan de dewleta Tirk û hêzên hegemonîk heyî jî li dijî berjewendiya gel, hizmetî hêzên desthilatdar kirin. Rejim ji bo desthilatdariya biparêzê, hêzên din jî, ji bo rejim li gor berjewendiya wan bêguharandin ango ji berjewendiya wan re rê bide ew şera meşandin. Rewşa gel çiye, ne bo wan, ne jî bo yên din nebuye cîhê fikirandinê.

Wî şerî teyîsandina xwe li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir. Bi rêdayîna çeteyan û hevkariya dewleta Tirk Kobanî hat werankirin. Têkçuyîna çeteyên DAÎŞ’ê dewleta Tirk raste rast êriş kir; Cerablus, Bab, Ezaz dagirkir. Pişt re jî bi çeteyan bihev re, bi rengekî hovane êrişî Efrîn’ê kirin. Efrîn wêrankirin, gelê Kurd mecburî koçêkirin, ji şûna Kurdan jî çete û malbatê wan ji derva anîn û li wê derê bicihkirin. Heman tişt bi heman hovîtiyê li Serêkaniyê û Girê Sipî jî hat meşandin. Êrişê dewleta Tirk li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna jî bênavber didomin. Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Rojava-Bakur Rojhilata Sûriyê ye. Demografî guharandin, gelê Kurd li ser xaka xwe dûrxistin, zimanê Kurdî pişaftin, ji holê rakirin e. Armanca esasî jî ew e.

Li beramberî van êrişên li ser xaka Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên li heremê dijîn di bin ala YPG-YPJ’ê de berxwedaniyek destanî meşandin. Dijminê gelê Kurd, dijminê mirovahiyê li ser xaka Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekbirin. Gelê Kurd kirin xwedî maf, xwedî xwebixwerêvebirinê. Di saya vê berxwedana bêhempa da, li Sûriyê cara yekê bi zimanê Kurdî dibistan hatin vekirin, zarok bi zimanê dayîkê hatin perwerde kirin. Gelê Kurd û gelên li heremê dijîn giştî, di dibistanên xwe de bi zimanê xwe perwerde dîtinê kêyfxweşin, dilsoziya vî karê pîrozin.

Bê guman ya ku li viya rehetsizbuyî jî hene. Ya ku li viya rehetsizbun serî de rejim, dewleta Tirk û Îran, dewletên dagirkerin. Ewna bi viya kêyfxweşnebun. Di dawiyê de xuya bu ku ENKS jî, bi zimanê Kurdî perwerdê neraziye. ENKS jî dixweze ku gelê Kurd bi zimanê xwe zarokê xwe perwerde neke, bi zimanê desthilatdaran zarok bên perwerdekirin. Yanî ENKS bi zimanê rejîmê, bi zaminê dewleta Tirk, dewleta Îran û dagirkeran diaxive, xwestekên wan tîne ziman. Sazîbe sazî, partîbe partî, enîbe enî, civakbe civak encax dikare ewqas bikeve, ewqas li rastiya xwe dûrbikeve û ewqas bibe dijminê xwe û dijminê xwe bijî.

Li dine partiyek, eniyek, saziyekî din a bi vî rengî nîn e. Her partî, sazî, enî ji bo berjewendiya gelê xwe tekoşîn meşandine, şer kirin e. Dema ku destê dijminan dirêjî jiyana wan, çanda wan, hele jî zimana wan buye, qiyamet rakirine. Qirbuyîn dane berçav, lê desthilatdariya li ser zimanê xwe qebul nekirine. Astengkirina perwerda bi zimanê xwe redkirine. Her derfet ji bo perwerda zimanê xwe bi karanîne. Lewra wekî partî, sazî û eniyên bi şeref hatine nasandin. Derî ENKS partiyek, saziyek, eniyekî din a ku bi bêşermiya ku dijî perwerda zimanê xwe sekini tûneye û wê nebe jî.

Lihevkirin, karekî baş e. Divê herkes ji karên bi vî rengîre alîkar be, çi ji dest tê wê bike. Lê ew lihevkirin nikare li dijî berjewendiya gel be. Hele ew hevkirin nikare perwerda bi zimanê dayîkê li holê rake, perwerda bi zimanê dagirkeran bixweze. Pişaftin, dagirkirin, qirkirina çand û ziman ji bo hevkirin pêkwere nikare li civakê bê ferzkirin. Hevkirina bi vî rengî, wê bibe hevkirina qirkirina çandî ku gelê me wê vê qebul neke, li dijî vê têbikoşe.

Wekî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê em ê jî lihevkirinek bî vî rengî qebûl nekin.

Em ê hevkirina bi vî rengî li dijî berjewendiya gelê xwe binirxîn in, rûyê wan nîşanî herkesi bidin, wan teşhir bikin û li beramberî wan têbikoşin.

Em ê nehêlin ku qirkirina çanda Kurd bi destê kesên ku xwe ji ruyê Kurd nîşandidin, lê di eslê xwe de nûnertiya dijminê dagirker dikin pêkwere.

Em ê bi çanda xwe bijîn. Emê bi zimanê xwe biaxivin. Emê bi zimanê xwe zarokên xwe li ser çanda xwe perwerde bikin. Yê pêşiya wiya bibe asteng jî, emê di tufê xwe de bixeniqîn in.

Wekî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê em ê rê nedin ku çand û zimanê me bê tunekirin. Ger ku lihevkirin ji vê re rê veke, emê wê lihevkirinê jî li dijî rastiya gelê xwe bibinin û li beramberî wê têbikoşin.

Bangawaziya me ji hemu gelên ku li herêma Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn ew e; li beramberî ziman, xwestek û helwesta dijminahî bibin xwedî helwest, rê nedin ku ewna xwe li ser hemu çand û civak û zimanê we ferzbikin.

Zimanê xwe hem bêzkin, bi zimanê xwe bijîn. Bi zimanê xwe serbilind bin.

Em bi zimanê xwe, yên ku li zimanê xwe hezdikin û bi wiya dijîn silav dikin. Yên ku li zimanê xwe heznakin û bi wiya najîn jî lanet dikin.”