Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê êrişên artêşa Tirk li dijî Eyn Îsayê şermezar kir

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsa, gundên Girê Spî û sûcên li herêmên dagir kiriye pêk tîne, şermezar kirin.

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê êrişên artêşa Tirk li dijî Eyn Îsayê şermezar kir
24 cotmeh, 2020   10:21
KOBANÊ

Navçeya Eyn Îsa ya li ser rêya M4`ê ya Bakurê Sûriyê beriya du rojan rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hat. Têkildarî mijarê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê daxuyaniyek da.

Endam û Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran li pêşiya Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido kom bûn ve û daxuyanî dan. Endamê Yekitiya Rewşenbîran Izet Hebeş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevahiya cîhan ji ber vîrusa koronayê bi kirîza aborî re rû bi rû mane, lê dîsa jî dewleta Tirk û hevalbendên wê beriya çend rojan bi çekên giran êrişî herêma Eyn Îsa û gundên Girê Spî kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hate gotin:"Têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amerîka û Rûsyayê peyman bi Tirkiye re mohr kirin, lê dîsa jî Tirkiye êrişan berdewam dike, peymanan binpê dike û sivîlan dike armanc. Di encamê de zarokên bê guneh û jin dibin qurban û zirarên madî jî çêdibin."

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê ya herêma Firatê di dawiya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên xwe şermzar kirin û bang li Rûsyayê û Amerîkayê, her wiha rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kirin ku li hemberî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin.

)eh)

ANHA