Piştî Sûdanê, Qeter wê peymanê bi Îsraîlê re îmze bike

Li gorî pêşbiniyên Îsraîlê, piştî Sûdanê wê Qeter peymana aşitiyê bi Îsraîlê re îmze bike.

Piştî Sûdanê, Qeter wê peymanê bi Îsraîlê re îmze bike
24 cotmeh, 2020   11:02
XEZA

Kenala 13 ya Israîl diyar kir ku li gorî pêşbiniyên Îsraîlê ihtîmal e ku Qeter jî peymanê bi Îsraîlê re îmze bike.

Piştî daxuyaniya serokê Amerîka Donald Trump ku 5 dewletên erebî din dê peymanê bi Îsraîlê re îmze bike, pirsa li ser van dewletan zêde bû.

 Piştî Sûdanê peyman bi Îsraîlê re îmze kir, gelek pirsên din der barê dewleta din ku wê peymanê bi Îsraîlê re îmze bike derdikevin hole.