Pirsporekî leşkerî yê lîbî: Agirbest gaveke serkeftî û derxistina çeteyên dewleta Tirk e

Pisporekî leşkerî yê Lîbyayê Mihemed El-Terhûnî da zanîn ku heke peymana Lîbyayê ya têkildarî agirbestê bikeve piratîkê, dê gaveke siyasî serkeftî be.

Pirsporekî leşkerî yê lîbî: Agirbest gaveke serkeftî û derxistina çeteyên dewleta Tirk e
24 cotmeh, 2020   07:38
EL-QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Mihemed El-Terhûnî ji ajansa me "ANHA" re diyar kir ku li gorî peymanê divê hemû hêzên biyanî yên wekî çeteyên dewleta Tirk û Sûriyê derkevin û rawestandina destwerdana dewleta Tirk ji Lîbyayê re.

Mihemed El-Terhûnî got ku ev komên çekdar girêdayî Îxwan El-Muslimîn e û xwedî taybetmendiyeke îslamî-siyasî ne yan jî qebalî ne mînakên wan jî milîsên Zawiyê, milîsên Ziwara û milîsên Misrata.

Şîrovekarê leşkerî yê lîbî da zanîn ku nuqteyên fermandariya giştî ya çekdarên Lîbyayê pêşniyar kirine gavên serkeftî ne û dema tevahiya çeteyên sûrî û hêzên Tirkiye ji baregeha Matîqiyê û ya Wetayê derkevin, dê serkeftineke mezin be û ev armanca hêzên çekdar ên Lîbyayê bi xwe ye.

)eh)

ANHA