Aram Hena: Rewşa awarte êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê kêm nake

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena got, rewşa awarte ku Amerîkayê li Sûriyê dirêj kiriye êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê kêm nake. Hena bang li civaka navnetewî û hêzên aktîv kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser gelên herêmê bisekinînin.

Aram Hena: Rewşa awarte êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê kêm nake
24 cotmeh, 2020   01:26
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Tevî biryarên navneteweyî û lihevkirinên agirbestê û rewşa awarte ya ku Amerîkayê li Sûriyê dirêj kiriye, lê êrişên Tirkiyê berdewam dikin.

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena di hevpeyvînekê de bi ANHA'yê re bal kişand ser êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û ziyanên ku gihandin herêmê û her wiha amaje bi binpêkirina agirbestê kir.

Aram Hena di destpêka axaftina xwe de got: "Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê û çeteyên wê bi xwe re ziyaneke mezin li herêmê pêk anîn. Her wiha bi hezaran niştecihên resen ên herêmê dan koçberkirin û demografyaya herêmê guhertin. Ji wê zêdetir, rojane li dijî sivîlên ku li herêmên dagirkirî mane, binpêkirinên der mirovî pêk tînin."

'ZIHNIYETA DAIŞ Û ÇETEYÊN TIRKIYÊ HEMAN E'

Hena îşaret pê kir ku ji ber kiryarên çeteyên dewleta Tirk şênî di metirsiyê de ne û wiha domand: "Zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk heman e. Şênî ditirsin ku komkujiyên ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2015'an de li dijî wan pêk anîbûn, dûbare bibin."

'HELWESTA CIVAKA NAVNETEWEYÎ ŞERMOK E'

Hena di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êriş û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û wiha dom da axaftina xwe de: "Binpêkirinên Tirkiyê yên domdar ji roja yekemîn a lihevkirina agirbestê heta roja me ya îro berdewam e. Bi awayekî pankirî gundên sivîlan ên li eniyên şer têne topbarankirin, ava astasyona Elok li ser zêdeyî milyon û nîv niştecihên bajarê Hesekê û gundewarên wê tê qutkirin. Lê li hemberî vê yekê, rola civaka navneteweyî şermok e. Tu aliyên aktîv ên li herêmê zextê li Tirkiyê ya dagirker nekir ku binpêkirinên plankirî yên li dijî şêniyên herêmê rawestîne."

Aram Hena li ser rewşa awarte ya ku serokê DYA'ê li Sûriyê dirêj kir got: "Em pêşwaziya vê gavê dikin ku ji aliyê hêzeke aktîv ve  yên di kar û barên Sûriyê de hate avêtin. Em dibînin ku ji bo îstîqrara herêmê rewşeke erênî ye, lê ji bo rihetkirina gelên herêmê têrê nakê û êrişên domdar ên dewleta Tirk kêm nake."

Hena bang li civaka navneteweyî û hêzên aktîv ên li herêmê kir ku berpirsyartiyên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bînin da ku herêmên dagirkirî ji Tirkiyê û çeteyên wê werin rizgarkirin.

'DIVÊ HÊZÊN GARANTOR TIRKIYÊ RANAWESTÎNE'

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan der barê lihevkirina agirbestê de jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzê ji lihevkirina agirbestê nagirin, hertim binpê dikin. Hena bagn li hêzên garantor kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin.

'EM OPERASYONEKE NÛ DÛR DIXIN, LÊ HEGER PÊK WERE EM AMADE NE BERSIVÊ BIDIN'

Aram Hena bal destnîşan kir ku tevgerên zêde yên dagirkeran ên li ser eniyên şer, bi taybet li nêzî rêya M4 ya rojavayê navçeya Til Temir hene.

Hena, operasyoneke leşkerî nû li dijî herêmê dûr xist û got: "Niha tu tevgerên amadekariyên operasyoneke nû li dijî herêmê nînin, lê şêniyên herêmê fikaran çêdike. Hêzên me li hemû eniyên şer ên bi dagirkiyera Tirk û çeteyên wê belav bûne û ji êrişên muhtemel re amade ne bersivê bidin."

Aram Hena, qala gotegotinên ku dagirker di çarçoveya şerê taybet de belav dikin, kir û diyar kir ku armanca belavkirina van gotegotina herêmên sînorî vala bikin û demografyaya biguherin."

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Sînor ji planên Tirkiyê yên li herêmê re tune ye. Tirkiyê her tim armanc dike ku projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike. Em bang li gelê xwe dikin ku ji van gotegotan bawer nekin, ji ber ku armanca van gotegotan xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê ye."

ANHA