ꞌSûdanê xistina Hizbullahê di lîsteya terorê de erê kirꞌ

Rayedarekî amerîkî diyar kir ku li gorî peymana di navbera Îsraîl û Sûdanê divê hikumeta Xirtûmê"Hizbullah a Lubanê" bixe nava lîsteya terorê.

ꞌSûdanê xistina Hizbullahê di lîsteya terorê de erê kirꞌ
24 cotmeh, 2020   09:51
NAVEND NÛÇEYAN

Rayedarekî ku navê xwe ji Associated Press re diyar nekir, duh daxuyand ku tevî daxuyaniya Amerîka-Sûdan û Îsraîlê ya têkildarî peymanê îşaret bi xistina Hizbullahê di lîsteya terorê de nekiriye, lê Sûdanê xistina Hizbullah nava lîsteya terorê de erê kir.

Sûdanê têkildarî vê yekê hîn jî tiştek negotiye.

DYA`yê û Îsraîlê hewl didin hevkarên xwe bikişînin aliyên xwe û bi temamî Hizbullahê bixin lîsteya terorê.

Ji destpêkê salê ve, piştî Îmaratê û Behreynê, Sûdan dewleta sêyemîn e peyman bi Îsraîlê re danî.

)eh)