Li herêmên hikumeta Şamê Covid-19: Hejmara nexweşan bû 5319'an

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, 52 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 kes jî mirin.

Li herêmên hikumeta Şamê Covid-19: Hejmara nexweşan bû 5319'an
23 cotmeh, 2020   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, li Sûriyê 52 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 4 nexweşên din ên vîrusê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên dawî yên wezaretê, hejmara nexweşên vîrusê bû 5 hezar û 319'an û hejmara miriyan jî bû 264'an.