Filîstîn lihevkirina Sûdan û Îsraîlê şeremzar kir

Rêxistina Rizgariya Filîstînê, lihevkirina sazkirina têkiliyan a di navbera Sûdan û Îsraîlê de bi "Derbeyek nû di pişta gelê Filîstinê" bi nav kir.

Filîstîn lihevkirina Sûdan û Îsraîlê şeremzar kir
23 cotmeh, 2020   18:06
XEZA

Endamê Komîteya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filîstînê Wasil Ebû Yûsif têkildarî lihevkirina Sûdan û Îsraîlê ya sazkirina têkiliyan got: "Tevlêbûna Sûdan a nava dewletên ku bi dewleta dagirker a Îsraîlê re têkilî saz kirine derbeyeke nû di pişta gelê Filîstinê de ye û xiyanetek ji doza wê ya adil re ye, di heman demê de derketina ji însyatîfa aştiya erebî ye."

Fermandarê Tevgera Hemasê Samî Ebû Zehrî jî got: "Peymana sazkirinê, bi êş e û li dîroka Sûdanê ya alîgirê doza Filîstînê re nayê."

Ebû Zehrî her wiha got: "Em ji wan serokan re dipirsin, gelo bi hevbendiya we ya bi Îsraîlê re, hûn ketine rewşeke şerê li dijî Filîstînê?"