Îsraîl û Sûdanê biyar e têkiliyên xwe bi pêş bixin

Di daxuyaniyeke hevpar bi DYA'yê re, Îsraîl û Sûdanê ragihandin ku wan li ser sazkirina têkiliyan li hev kirine.

Îsraîl û Sûdanê biyar e têkiliyên xwe bi pêş bixin
23 cotmeh, 2020   17:41
XEZA

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: "Îsraîl û Sûdan gihiştin lihevkirina sazkirina têkiliyan."

Her wiha hate gotin ku Serokê Amerîkayê Donld Trump, Serokê Meclisa Serweriya Demkî ya Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan, Serokê hikumeta Sûdanê Abdullah Hemdok, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro bi têlefonê "pêşkeftina dîrokî ya ku Sûdanê ber bi demokrasî û piştgiriya aştiya li herêmê ve kir" nîqaş kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî peymanê, dê têkiliyên aborî û bazirganî, her wiha çandinî di navbera Îsraîl û Sûdanê de werin pêkanîn.

Li gorî ajansa Reutrsê Trump got: "Ez teqez dikim ku Erebistana Siûdî jî dê demeke nêzik de tevlî sazkirina têkiliyan bi Îsraîlê re bibe."

Di heman çarçoveyê de, şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner piştrast kir ku welatên din dê bi Îsraîlê re ber bi aştiyê ve biçin û got, "Nakokiya Filîstîn-Îsraîlê di rêya çareseriyê de ye."

Nûnerê taybetî yê Amerîkî li Îranê Brian Hook got: "Nakokiya Erebî û Îsraîlê ber bi dawiya xwe ve diçe."

Konseya Serweriya Demkî ya Sûdanê ragihand ku, Serokê DYA'ê Donald Trump biryara rakirina Sûdanê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorê bi fermî îmze kir.