​​​​​​​Balafireke nenas gundewarê Cerablusê bombebaran kir

Balafireke nayê zanîn bê aidê kê ye, sûleke firotina madeyên sotemeniyê li gundewarê bajarê Cerablusê yê dagirkirî bomebaran kir.

​​​​​​​Balafireke nenas gundewarê Cerablusê bombebaran kir
23 cotmeh, 2020   17:13
NAVEND NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji ANHA'yê re diyar kir ku li gundewarê rojavayê bajarê Cerablusê du teqîn pêk hatin.

Li gorî agahiyan balafireke nenas sûka firotina madeyên sotemeniyê li gundê Kûsayê bombebaran kir û tankereke sotemeniyê li ser rêya nêzî gundê Emarnê kir hedef.

ANHA