Di xwepêşandanên li Sûdanê de xwepêşendarek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn

Li paytexta Sûdanê Xertûmê dema polîsan hewl da xwepêşendarên ku li dijî nebaşiya rewşa aborî û ji bo pêkanîna guhertinan daketine qadan, berbelav bike, xwepêşendarek hate kuştin û gelek xwepêşendarên din jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanên li Sûdanê de xwepêşendarek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn
22 cotmeh, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya herêmî ya bijîşkên Sûdanê di daxuyaniyekê de da zanîn ku di xwepêşandanan de herî kêm kesek hat kuştin û gelek din jî birîndar bûn.

Li ser bangewaziya Kombûna Pîşeyên Sûdanê, bi dehan şêniyên Sûdanê li dijî rewşa aborî ya dijwar û ji bo pêkanîna guhertinan, daketin kolanên Xertûm û Um Dermanê.

Komê di daxuyaniyeke xwe de ku roja sêşemê weşandibû û gotibû: “Ev salek di ser avabûna hikumeta demkî re derbas bûye. Lê alozî her roj zêde dibe û asta pêkanîna hikumetê guhertinan tevlihev û lawaz e û nagihêje armancên şoreşa Kanûnê. Tengasiyên jiyanî êdî nayên tehemulkirin. Gelê me roja xwe ji bo peydakirina nan û sotemeniyê diborîne.”

Xwepêşanderan banga muhasebekirina berpirsên qetilkirina xwepêşenderan di xwepêndanên li dijî serokê berê Umer El-Beşîr di Nîsana 2019`an de kir.