Li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevbeş a Tirkiye-Rûsyayê

Hêzên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê li rojhilatê Kobanê dewriyeyeke hevbeş pêk anî.

Li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevbeş a Tirkiye-Rûsyayê
22 cotmeh, 2020   08:23
KOBANÊ

Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêrên Rûsyayê, 4 panzêrên dewleta Tirk û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat û ji gundê Xerîb ê li ser sînorê rojhilatê bajarê Kobanê bi rê ket.

Tê payîn ku dewriye di gundên Eyn Bet, Qeremox, Ceyşan, Xerbîsan, Bexdik, Serzûrî û Xanê re derbas bibe û li nuqteya destpêkê li gundê Xerîb gera xwe bi dawî bike.

Îro )22`yê Cotmehê( salvegera yekemîn a peymana Soçî ye ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, ev peyman têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze kiribû.

Par her du serokan li ser destpêkirin dewriyeyên hevbeş li hundirê xaka Sûriyê bi kûrahiya 9 km li ser xeta sînorê Sûriye-Tirkiyê ji derveyî bajaran, li hev kir. Bi şertê ku QSD 30 km dûrî sînor bikeve û hêzên pasdarên sînor ên hikumeta Şamê li nuqteyên QSD`ê bi cih bibin.

Her wiha li ser pêkanîna agirbestê li herêmê hatibû lihevkirin ku Tirkiye ew yek binpê kir û êrişên bejahî û asîmanî li dijî hermên ewle yên Bakur û Rojhilatlê Sûriyê dewam kirin. Di encama êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker de bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pabendî bendên peymanê bûn û ji nuqteyên nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê vekişiyan. Lê belê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê QSD`ê neçar ma ku mafên parastina rewa bi kar bîne û nuqteyên xwe biparêze.

Tevî ku Rûsya garantiya peymanê dike jî, lê belê heta niha li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên rojane li dijî herêmê, tu helwestên cidî nîşan nedane.

Li hemberî planên Enqereyê yên li Sûriye, Lîbya, Iraq, Yewnanista û rojhilatê Deryaya Spî civaka navneteweyî jî bê deng e.

(eh)

ANHA